Di bernameya bi CNN International de nûnerê berê yê Serokê DYE´yê di Şerê li dijî DAIŞ´ê de Brett McGurk got, “Pirraniya dema me li Enqereyê derbas dibû, ji ber ku pirraniya materyalên ku mekîneya şer a DAIŞ´ê di xebitandin, ji Tirkiyeyê dihatin Sûriyê. Vê yekê gelekî em aciz dikirin ji ber ku Tirkiyeyê li ser sînorê xwe li hemberî vê tiştek nedikir.”
Nûnerê taybet ê berê yê Serokê DYE´yê di Şerê li dijî DAIŞ´ê de Brett McGurk di kanala nûçeyan CNN´ê de bersiva pirsên Christiane Amanpour da û ji bo daxuyaniya serokê DYE´yê Donald Trump a ku dibêje, DAIŞ hat qedandin, got, “Ez bawer nakim ku yek pisporê tenê jî hebe ku biçe Ofîsa Oval û ji Serok re bibêje, ev îş qediya.”
Brett McGurk li ser rewşa li Sûriyê beriya daxuyaniya Trump jî got, “Li Sûriyê em digihiştin wê nuqteyê bi hilweşîna fizîkî ya DAIŞ´ê, ku em karibin bi Rûsyayê re rûnin û li ser siberoja Sûriyê pê re cidî bipeyivin. Gava me ji dinyayê re ragihand ku em vediqetin, ev avantaja me hemû tine bû. Niha peyivîna ku wî bibe wê yeke gelekî guhertî be.”
Komên Tirkiyeyê tundraw in
Ji bo hevkariyeke bi Tirkiyeyê re jî Mc Gurk got, wan gelekî hewl daye bi Tirkiyeyê re kar bikin, lê berjewendiyên wan û Tirkiyeyê ji binî ve guhertî ne û hevkariyek mumkin nebûye. Weke nimûne jî wî behsa pêşniyaza herêma ewle ya Erdogan pêşniyaz kirî kir: “Komên mixalefetê ku Tirkiye pişta wan digire, ku weke nimûne wê wan bişînin nava herêmeke ewle, ne ji wan koman in ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi wan re kar dikin. Ew gelekî ji nêz ve girêdayî komên tundraw in. Em li Idlibê binihêrin, li wir em nînin, Tirkiye li wir kar dike. Li wir bi temamî komên ser bi El-Qaîdeyê hene.”
WASHINGTON