Li ser gotina, "Divê kadroyên bawermend vî karî bi rê ve bibin" meleyên girêdayî Diyanetê ku ketine dewreyê hat gotin ku ji partiyên din dixwazin, namzetên xwe yên bajêr vekişînin û ji bo vê jî zextan li wan dikin.


Tifaqa qirîj

Tevî ku li gor rêverbernameya Serokatiya Karên Diyanetê qedexe ye ku mele beşdarî siyasetê bibin jî, ji aliyê Gulaçar ê AKP'yî birêvebirina meleyan dide xuyakirin bê AKP çawa olê dixe xizmeta xwe. Hat zanîn ku mele çûne, cem namzetên Partiya Saadetê û HUDA-PAR'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û ji wan re gotine, "Hûn li hember Osman xoce dengan parçe dikin. BDP partiya kufrê ye. Ji bo yekîtiya mislimanan xwe ji hilbijartinan vekişînin."

Mele ji bo AKP'ê dixebitin
Yek ji wan meleyên ku vê propagandaya AKP'ê dikin, Meleyê Belediye Camîsî Rahmî Arvas e, ku di dema operasyona 17'ê Kanûnê, weaza nimêja înê de axaftinên piştgiriya hikûmeta AKP'ê kiribûn û lewma rastî nerazîbûna welatiyan hatibû. Her wiha hat ragihandin ku Meleyê Mizgefta Suleyman Han Ubeydullah Oner, Meleyê Mizgefta Sultan Menduh Abdulmecît Kayar, meleyê mizgeftê yê li navçeya Şaxê ya Wanê û gelek meleyên girêdayî diyanetê ji bo namzetên AKP'ê dixebitin.

Fetwa jî didin!

Hin meleyên ji rewşê aciz, diyarkirin ku Hasan Çelîk ê bavê Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyin Çelîk, li hewşa Mizgefta Tevhîd a li Taxa Îstasyon a Wanê ji mele û wezîfedarên olî re weaz û fetwayên, "Ev doza îslamê ye. Ji bo Osman xoce dengan kom bikin" kiriye.

DÎHA/WAN