Li Meliktiya Yekbûyî dengên ji Ingilistanê Partiya Muhafezekar bi tena serê xwe kir hikûmet û derbeke mezin jî li partiya Karker û serokê wê Corbyn da, da ku Boris Johnson Brexitê rehet bibe serî.
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên li Brîtanyayê ku doh pêk hatin, Partiya Muhafazakar a bi serokatiya Serokwezîrê heyî Boris Johnson li Kamara Avamê ku 650 kursiyên wê hene, 368 kursî wergirtin û bi ser ket. Lê ev serketina wî hem ji qelsiya Partiya karker û serokê wê Corbyn û hem jî ji ber tirsa wê yekê bû ku Brexit neçe serî. Lê belê li aliyê din hem li Skoçyayê û Bakurê Îrlandayê aliyên ku dixwazin xwe ji Ingilistanê qut bikin xurt bûn. Yanî Johnson bi ser ket, lê yekîtiya Meliktiya Yekbûyî bi xwe derb xwar. Li aliyê din li semta Enfield a paytext Londonê, Kurda ji Meletiyê Feryal Clark Demirci weke parlamenter hat hilbijartin.
Pirraniya ji nîvî zêdetir bû ya muhafezekaran
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên li Brîtanyayê pêr pêk hatin, Partiya Muhafazakar a bi lîderiya Serokwezîrê heyî Boris Johnson li Kamara Avamê yanî li Parlamana Ingilîstanê pirraniya ji nivî zêdetir misoger kir. Li parlamenê 650 kursî hene û muhafezekaran li gorî encamên ne fermî 368 kursî wergirtin. Bi vê jî ew bi tena serê xwe dibe hikûmet. Bi vî rengî Brexit yanî derketina Melîktiya Yekbûyî ji Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî wê 31´ê Çileyê 2020´an karibe pêk bê. Jixwe rayedarên YE´yî jî piştî diyarbûna encamên nefermî ev yek piştras kirin. Partiya Karker a bi serokatiya Jeremy Corbyn jî 191 kursî wergirtin û yek ji binketinên herî mezin ên Partiya Karker jî bi serokatiya wî çêbû.
Li gorî encamên nefermî parlamenterên ku partiyan wergirtin wiha ne:
Partiya Muhafazakar: 368
Partiya Karker: 191
Partiya Neteweyî ya Skoçyayê: 48
Partiya Demokrat a Lîberal: 13
Plaid Cymru: 3
Partiya Kesk: 1
Partiyên din: 19
Ji van encaman diyar dibe ku li Skoçyayê partiya alîgirê serxwebûnê 80 ji sedê dengên li welêt wergirtiye û dibe ku minaqeşeyên qutbûna ji Ingilîstanê xwe bide der û referandûmeke ji bo serxwebûnê jî mumkin e ku bibe yek ji îhtîmalan.
Ji du namzetên Kurd yek bi ser ket
Yek ji namzetên Kurd Feryal Clark Demîrcî li paytext Londonê li semta Bakurê Enfieldê namzeta Partiya karker bû û weke parlamenter hat hilbijartin. Feryal Clarc Demîrcî ji Meletiyê ye û Kurdeke elewî ye. Ev qederê 20 salan e ku di nava siyaseta Ingilîstanê de cihê xwe digire.
Di hilbijartinên Îngilistanê de namzeta Partiya Karker a li semta Bakurê Enfîeldê Feryal Clark Demîrcî li gorî encamên hilbijartinê hate hilbijartin û li Parlamena Brîtanyayê bû yekem jina Kurd a Elewî ku ji Londonê hate hilbijartin. Namzetekî din ê Kurd Îbrahîm Dogûş jî li herêma West Bromcwichê namzet bû, lê bi ser neket.
Demîrcî 23 hezar û 340 deng wergirtin. Demîrcî zêdeyî nîvê hemû dengên herêma xwe wergirtin. Di serî de Meclîsa Gelê Kurd û Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê saziyên Day-Mer, Gîk-Der, Alxas Comê piştgiriya Demîrcî kiribû. Demîrcî bi eslê xwe ji herêma Kurecîkê ya Meletiyê ye û herî dawî Alîkara Şaredarê semta Hackneyê bû.
LONDON