Hunermend Heme Fito li Helebce hat bibîranîn. Li hola rêveberiya rewşenbîrî û ciwanên Helebce, merasîma bibîranînê bi êr ve çû. Di merasîmê de hunermend, welatî û pêkhateyên cûda amadebûn. Rêveberê Rewşenbîrî û Ciwanên Helebce, Êrîwan Salih li vir axivî û got; “Armanca me bi merasîmê ew e ku em hê zêdetir xwedî li çand û hûnerê xwe derkevin û giringiyê pê bidin. Divê em girîngiyê bi hûnerên hunermendan bidin û alîkariya wan bikin.” Piştî wê hunermend û hevalê Heme Fito, Enwer Qeredaxî jî axivî û behsa jiyan û xizmeta hûnermend Heme Fito kir. Merasîma bîranînê bi stran û berhemên hûnerî yên Heme Fito dewam kir. Hunermend Mihemed Îbrahîm Abdula bi nasnav Heme Fito, sala 1939’an li Helebce ji dayîk bûye. Di jiyana xwe de 12 berhemên stranan qeyd kirine. Heme sala 1992’an koça dawî kiriye. HELEBCE