
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mahmût Tadik (Serhat Botan) û Sadik Oktayi (Rizgar) ên li Çiyayê Çiravê ji aliyê welatiyan ve hatin dîtin, piştî karûbarên DNA yên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sadik Oktayi (Rizgar) pêr êvarê li ser rêy Sêrt-Dihê, li gel Endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Saadet Becerîklî, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Mehmet Ata Înan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misricê Necat Yilmaz, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên TUHAD-DER, MEYADER, NÇM, meclîsên bajêr û şaredariyan, ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" hat pêşwazîkirin. Karwanek ji sedan wesaîtî cenazeyê Oktay xist ser rêya Dihê. Cenaze li gundê Giyanis û gundên din ên Dihê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.
Darbesta Oktayi ji Dihê ji ambûlansê hat danîn û girseya gel ew hilgirt ser milê xwe û ket ser rêya Goristana Dihê. Li goristanê jî piştî wecîbeyên olî, cenazeyê gerîlayê HPG'ê bi tililî û dirûşman hat veşartin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Şaredarê Dihê û birayê gerîlayê HPG'ê Melîk Oktayi axivî û diyar kir ku hatina cenazeyan di pêvajoya çareseriyê de cihê xemgîniyê ye û got, "Di encama têkoşîna bi berdêla canên ciwanên Kurd de, îro gelê Kurd hema hema li her qadê zimanê xwe yê dayikê dikare bikar bîne. Mîna dema burî, ji niha û pê ve jî gelê Kurd wê li zarokên xwe xwedî derkeve."
Piştî axaftinan, jinên beşdarî merasîma cenaze bûn li goristana sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Girseya gel a beşdarî merasîmê bû, piştre bi awayekî girseyî çû konê sersaxiyê yê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê hatiye vedan.
Ji bo Tadîk sloganên 'Şehîd namirin'
Cenazeyê Endamê HPG'ê Mahmût Tadîk (Serhat Botan) ku li Çiyayê Çiravê yê navçeya Dihê ya bajarê Sêrtê ji aliyê welatiyan ve hatibû dîtin, piştî muameleyên li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve hate girtin û bi konvoyekî anîn navçeya Cizirê ya Şirnexê. Di dema derbasbûna konvoya cenazeyî de welatiyên li gund û navçeyên ser rê bi nîşaneya serkeftinê û sloganên "Şehîd namirin" cenaze pêşwazî kir. Cenazeyê Tadîk piştî gihişt navçeyê di daketina Cizîrê de ji aliyê bi hezaran kesî ve bi posterên Ocalan û alên PKK'ê ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê ku ji vir birin Camiya Hecî Abdullah ya li Taxa Nûr ê bi posterê Ocalan û ala PKK'ê hate pêçan.
Piştî wecîbeyên olî cenazey ji vir birin Goristana Esrî ya Cizîrê. Endamên BDP'ê, gelek şaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevli merasîma cenazeyî bûn. Li navçeyê dikandaran ji ber cenaze dikanên xwe venekirin û tevli merasîma cenaze bûn. Cenaze bi sloganên "Şehîd namirin", "Tolhildan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî Serok Apo", lorînên dayîkan, dua û xwendina sirûda Çarşa Şoreşê hate definkirin. Hevsoraka Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Hemê Aktî piştî definkirina cenaze axaftinek kir û soz da ku wê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane bidomîne.
Bavê endamê HPG'ê Aktî, Yusuf Aktî jî li ser gora kurê xwe ev axaftin kir: "Cizîra Botan warê egîdane. Warê lehenganê. Ew rûmet û şerefa me ne. Kurê min şehîdê rêber Apo û hemû gelê kurd ên bi şerefe. Em dê doza wan bidominîn." Dayîka Aktî, Melîha Tadîk jî wekî bavê wî, li ser gora kurê xwe hêstên xwe bi van gotinan anî ziman: "Serê hemû hevalên wî yên niha li çiyayên Kurdistanê şer dikin sax be. Berxê min, cegera min tu xêr hatî mala xwe Mahmud kurê hemû Kurdistanê ye. Serê gelê kurd sax be." Piştî axafinan girseya tevli merasîma cenaze bûne ber bi konê sersaxiyê yê li taxa Nûr hatiye vedan ve dest bi meşê kir.
Girseya ku derbasî konê sersaxiyê bûne li ser Cadeya Nisêbîn-Cizîrê barîqat danîn. Polîsan jî piştî demekê bi TOMA û bombeyên gazê mudaxale li girseyê kir. Ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan.
DÎHA/SÊRT/ŞIRNEX