Şervanên YPG’ê Tîmûçîn Goçer (Koçer Semsûr) ê ku li Kobanê di operasyona azadkirina gundên Kobanê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da  ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. 
Şarvanê YPG’ê Tîmûçîn Goçer (Koçer Semsûr) di 24’ê Nîsanê de li gundê Girêsor ê li Rohilatê Kobaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Goçer ji aliyê malbatê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve hate wergirtin û ji bo otopsiyê birin Tipa Edli ya Rihayê. Piştî karên otopsiyê karwanekî wesayîtan cenazeyê Goçer bi gundê Qemerdînê yê Semsûrê. Hevşaredarê Hewengê Zeynel Taş jî di nav de gelek welatiyên ji navçeya Hewang û Semsûrê hatin Bendava Atatûrkê  cenaze pêşwazî kirin. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Goçer li goristana gund hat definkirin. Serokê Şaxa YAKAY-DER’ê ya Semsûrê Mahmût Elçî bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî Kobanê û wiha axivî: “Em ê berxwedan û parastina axa xwe heya dawî bidomînin.” Piştre welatiyan konê sersaxiyê ziyaret kir û sersaxî li malbatê dan.




Tekoşerê Ereb hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Bunyan El-Nehar (Şervan) ê jî ji pêkhateya Ereb ku di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe li dest dabû, bi merasîmeke girseyî li bajarê Qamişlo hat veşartin.

Xelkê bajêr cenaze li ser milan bi meşê bire Goristana Şehîd Delîl Saruxan. Di meşê de, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, rêveberên TEV-DEM, Yekîtiya Star, Saziyên Civaka Sivîl jî amade bûn. Yek ji fermandarên YPG’ê Amed Xelîl jî di merasîmê de got, wê şoreşa wan bigihe azadî, wekhevî û edaletê. Di dawiya merasîmê de gel cenazeyê şervanê YPG’ê Şervan bi dirûşmeyan spart axê. Konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG’ Şervan li kolana Hilko ya taxa Kurniş wê were danîn. 


 QAMIŞLO/SEMSÛR