ÎHD, TÎHV, OHP û ÇHD'ê têkîldarî grevêr birçîbûnê yêr bi dawî bû daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ligel ku grevên birçîbûnê bi dawî bû jî şertên nebaş ên li girtîgehan berdewam dike.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Komeleya Hiqûnasên Hemdem (ÇHD) piştî ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 64'emîn de bi dawî bû û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dike ji bo balê bikişînin li ser vê yekê daxuyaniya hevpar dan. 

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan axivî û bi bîr xist ku grevên birçîbûnê bi dawî bûye lê ligel vê yekê jî şertên nebaş ên li girtîgehan berdewam dike. Turkdogan destnîşan kir ku daxwazên girtiyan "Bidawîkirina pêkûtiyên li girtîgehan û binçakirin û girtinan, bidawîkirina tecdîra li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan" bû wiha berdewam kir: "Em di warê van daxwazan de xwedî heman fikrî bûn. Dema ku mijar dibe girtîgeh divê em hemû bihistiyar bin. Li Tirkiyeyê hemû kes bi rehetî bi terorê tê sûcdarkirin. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê îhtimal heye ku hemû kes bikeve girtîgehê."

Turkdogan da zanîn ku ligel ku grevên birçîbûnê bi dawî bûye jî şertên nebaş ên li girtîgehan berdewam dike û wiha got: "Li gorî texmîna me li girtîgehên Tirkiyeyê 210 hezar kes hene. Ev tijîbûn bi tena serê xwe binpêkirinek e. Di odeyên 8 kesî de 22 kes dimînin."

'Em nehatina diyalogê şermezar dikin'

Parlamenter bi Wezareta Dadgê re hevdîtin pêk anîn lê wezaret li wan venegeriya. Ozturk wiha axivî: "Em vî helwesta nehatina diyalogê şermezar dikin. Berê jî li vî welatî pratîkên grevên birçîbûnê çê bû. Lê tu caran bi vî rengî hişt nêzîkatî çênebû."

Piştre Sekreterê Giştî lê TÎHV'ê Metîn Bakkalci axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê bi pêkanînên tecrîdê ve girêdayî bû û wiha got: "Miroven di warê madî û manewî de ji bo xwe nû bike rojê herî kêm divê derveyî hucreya xwe bi morvên din re be. Lê li Tirkiyeyê em bêhêlin 8 saetan li derveyî hucreyê mayînê tecrîd wekî pêkanînekî berdewam dike."


 ENQERE