Li ser sînorê navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê û bajarê Qamişlo ya Rojava, ji bo şermezarkirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û piştgirî dayîna berxwedana YPG, YPJ û gelê Rojava kon hat vedan. Welatî li taxa Firat hatin gel hev û heta konê nobetê meşiyan. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, hevserokên rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê Şahabetîn Guler û Zînnet Algat, hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî bi meşaleyan meşiyan. Polîsan mudaxaleyî meşê kirin, di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Parlamenter Yildirim bang li hemû kesî kir ku li berxwedana gelê Rojava xwedî derkevin û wiha got: "Divê em dengê xwe bigihînin wan. Dê gelê me Rojava di têkoşîna xwe de bi serkeve." Hat gotin ku dê çalakia nobetê bênavber bidome û her roj navçeyek nobetê dewr bigirin. 

DIHA/MÊRDÎN