Qonaxa Qafqasyayê ya rewşenbîrî û wêjeyî, dema meriv dabeş dike ji sê heyaman  pêk tê ku hezaza wan bi îstîfkirineke bîr û boçûna neteweyî ya zexm hatiye danîn. Her heyamek nifşek û her nifşek bi teşe û şêweya xwe navên mayînde li dîroka wêje û rewşenbîriya Kurdî nexş kiriye. Ji van nifşan, nifşê sêyem û ji vî nifşî jî, yek ji navên mayînde, lê mixabin jibîrbûyî, Şikoyê Hesen e, ku nexasim di helbesta Kurdiya Kurmancî de li eniyeke ku dê tu carî kozika helbesta wî neyê xitimandin û dagirkirin. Me hewl da em vî helbestkarê ku di dema xwe de nûwaziyek li helbesta Kurdî û wêjeya Kurdî zêde kir, lê ji ber neheqî û bêtalihiyekê ser navê wî hatiye nixumandin, bi portreyekê careke din bi bîr bixin.

Şikoyê Hesen, nifşê heyama sêyem, meremê dilê Kurdan û şa’irê dilmayî. Yê ku li gel hemû êş û azarên jiyanê, di keftûlefta hebûnê de her bi ehd û cehd li ser bîrbiriya hebûnê liviyaye û helbesteke pak li wêjeya Kurdî zêde kiriye û taliyê bi întiharekê, lê bi awayekî dilmayî û xeydan ji vê dinyayê koç kir, li ser esasên diyalektîka xelef-seleftiyê bi helbesta xwe pencereyek nûwaz li helbesta Kurdî, nexasim ya qonaxa Qafqasyayê vekir. 


Apê wî xwedî lê derdikeve

Hesen, di 17’ê Hezîrana 1928’an de li gundê Camûşvana biçûk yê nehiya Axbaranê ya Emenistanê ji dayik bûye. Hîn 5 salî ye bavê wî Ehmedê Hesenê Mido di 25 saliya xwe de ji ber êş û azaran dimire.  Ehmedê Hesenê Mido di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji gundê xwe yî Şatiroxlî yê Qersê ji neçarî koçber bûbû.  Dema Mido dimire, Apê Şikoyê Hesen, Sofî xwedî lê derdikeve û wî dide xwendinê. 


Ji bo xwe wek modêl Açaryan esas digire

Hesen ewil li gundê xwe hetanî pola çarem dixwîne û dû re li Elegezê dibistana navîn dixwîne. Sala 1948’an li Zanîngeha Yêrîvanê ya Dewletê, di Beşa Rojhilatnasiyê de bi cih dibe û sala 1953’yan ji vê beşê mezûn dibe. Dema di vê beşê de hîn xwendekar e, mamosteyê wî zimannas Hraçya Açaryan bi zanyariya xwe tesîrê lê dike û Hesen jî, ji bo xwe wek modêl Açaryan esas digire. Piştî ji vê beşê mezûn dibe, di navbera salên 1954-57’an de li gundê Baxnarê yê nehiya Gargayê bi navê xwe yî dîtir Abxaziyê mamostetiya Ziman û Wêjeya Ermenkî dike. Lê ji ber ku Hesen evîndarê ziman û edebiyata xwe ye, sala 1959’an vedigere Yêrîvanê. Di Radyoya Yêrîvanê de, di serwîsa Kurdî de edîtorî, werger û xebatên wêjeyî dike. 

Sala 1961’ê dikeve ezmûnan û serî li Aspîranturiya (doktora) Akademiya Ermenistanê ya Zanistiyî dide û miracaeta wî tê qebûlkirin û diçe Lenîngradê, li Înstûtiya Gelên Asya Efrîkayê, li beşa Kurdolojiyê bi cih dibe. Li gorî lêkolîna Eskerê Boyîk a bi navê “Çanda Kurdên Sovêtê”, Hesen sala 1965’an ji ber destengî û tunebûnê û ji ber nexweşî lê peyda bûye, doktoraya xwe nîvçe dihêle û vedigere Yêrîvanê. Lê li gorî pêşgotina E. Y. Bekoêva ya ji bo pirtûka “Meremê Dilê Kurda” (1971) a Hesen nivîsandiye, Şikoyê Hesen doktora xwe temam kiriye û vegeriyaye. 


Di 48 saliya xwe de întihar dike

Dema ku Hesen ji Lenîngradê vedigere, rewşa wî ya aborî ne baş e, nikare debara zarokên xwe bike û her wiha ji ber vê xizaniyê zarokeke wî dimire û ji neçarî mala xwe ji Yêrivanê bar dike û berê xwe dide Tilbisê. Her wiha di vê demê de êdî tu kes berhemên wî jî çap nake. Tê gotin ku wê demê gelek nivîskarên desthilat hebûne û van nivîskaran ji bilî pirtûkên xwe û yên xizmên xwe, rê nedida yên wek Şikoyê Hesen. Lewra wê demê li Sovyetê çapxane di dest dewletê de bû û bêyî destûr û biryara dewletê pirtûk nedihatin çapkirin. Bi weşandina pirtûkan re, li gorî hejmara çapkirin û firotina pirtûkan nivîskaran pereyekî baş distand. Ji ber vê çapnekirinê û destengiyê, Hesen direve Tilbisê û li wir jî bi zehmetî û destengiyan re rû bi rû dimîne. Ji ber ku jiyîna civakê ya wê demê Hesen têr nake û nikare li gorî wê tevbigere, sala 1976’an 48 saliya xwe de întihar dike. Lê ew kesên ku berhemên Hesen çapnedikirin, piştî mirina wî berê xwe didin şêwe û cureya helbestên Hesen û bi awayê wî dinivîsandin. Her wiha tê gotin ku piştî mirina wî gelek kesan berê xwe daye mala wî û helbestên wî bi pereyan kirîne û hinan jî helbestên wî dizîne û li ser navê xwe çap kirine. 


Helbestkarekî dilşikestî 

Şikoyê Hesen, hîn di dema xwendekariya xwe yî zanîngehê de bi baldarî nêzî ziman û helbestê dibe û hîn şagirtê zanîngehê ye, helbestên wî pêşî di rojnameya zanîngehê de û dawiyê di Rojnameya Riya Teze de tên weşandin. Gelek helbestên wî li Lenîngrad, Tilbis û Yêrîvanê bo zimanên Rûsî, Gurcî û Ermenkî tên wergerandin. Pirtûka wî ya ewilîn “Qalçîçek” e û sala 1961’ê tê çapkirin. Dema “Qalçîçek” tê çapkirin, bi şêwe û teşeya xwe bala gelek xwendevan û wêjehezan dikêşe û her wiha nivîskar û lêkolînerê mezin Emînê Evdal wê demê di Rêya Teze de li ser vê berhema wî gotarekê dinivîsîne. Piştre sala 1965’an bi navê “Tembûrê Kurda” pirtûka wî ya duyem tê çapkirin, ku di vê berhema xwe de di warê helbestê de hîn bi pêş ve diçe û dibe mijara gelek gotaran. Ji vê berhema wî, ji helbesta pastoral û lîrik “Dengê Emir”:

Min av vexar ji kanîkek kerasî,

Dengekî zîz ji çevkaniyê min pirsî

Go: -Bavê te ez vexwarim, nema tî, 

Kalê te hat, ez vexwarim, nema tî,

Wext ew birin, dewra wan çû, tu hatî,

Ez ku heme, kaniya emir im, bizanbî.

Gulmekê tu yê li min bixî, derbazbî,

Lê xwezil wî, kê ku nema nîvê rê,

Kê şuxul û îşiq da heta gorê,

Kê temizkir, kê şîrinkir ev kaniya,

Kê neqişand, kê nitirand ev dinya. 


“Zimanê Kurdî” ya Aram Tîgran

Piştî “Tembûrê Kurda” sala 1971’ê bi navê “Meremê Dilê Kurd” berhema wî ya sêyem tê çapkirin. Hesen di vê berhema xwe de li gor her du berhemên xwe yên din, vê carê bi metafor û hêmayên cihê û dengekî cudatir helbesta xwe dide der. Di vê berhemê de bi pirranî mijarên Şoreşa Cotmehê, komunîzmê, zor û zehmetiyên li Sovyetê, mêrxasiya gelê Kurd a bo azadbûn û serbestiyê dide der. Ku E. Y. Bekoêva di pêşgotina vê pirtûkê de bo helbestvan dibêje “Şayîr bo cimaeta kurd bi gumaneke mezin wek dîkê sibê dikile.” Her wiha di “Meremê Dilê Kurd” de helbesta bi navê “Zimanê Kurdî” ya ku wek awaz û stran ji hêla hunermend Aram Tîgran ve hatiye strîn, cih digire û helbesta Şikoyê Hesen bi xwe ye. Ji wê helbestê çend rist ev in:


Bi sêr û sur e

Cewahir û dur e

Zimanê kurdî…

Bi xemil, rewş e,

Şîrîn û xweş e,

Zimanê kurdî…

Gewrewê çiyaye,

Kubra teyra ye

Zimanê kurdî…


Piştî mirina Hesen bi salekê, 1977´an, bi navê “Perwaza Weten” pirtûka wî ya çarem tê çapkirin. Her wiha gelek wergerên wî yên ji zimanê Rûsî, Ermenkî û Gurcî jî hene. Lê her wiha tê gotin, Hesen gelek berhemên xwe jî şewitandin. Heta niha ji bilî hin helbestên wî yên bijarte ku ew jî di sala 2008’an de bi edîtoriya Tosinê Reşîd bi navê “Payîz û Ba” ji Weşanxaneya Avestayê çap bûye, bo latînî nehatine çapkirin.


RÊDÛR DÎJLE/DÎHA/AMED