Hejmara yekê Sînemaya Serbixwe hat weşandin, ew jî weke e-fanzîn derçûye. Di e-fanzîna Sînemaya Serbixwe de wê bi taybet li sînemayê û bi giştî jî li ser çand û huner nivîs, nûçe û zanyarî bên belavkirin.
e-fanzîna bi navê Sînemaya Serbixwe, bi hejmara xwe ya yekê dest bi weşanê kir. Di hejmara yekê de nivîsên li ser sînemaya kurdî û ya cihanê, pirtûkên derbarê sînemayê de û hin zanyariyên din hatine weşandin.
Hejmara yekê ji 18 rûpelan pêk hatiye. Tê de behsa pirtûka Mizgîn Mujde Arslanê tê kirin ku navê wê “Bêwelatî, Sînor û Mirin” e. Pirtûk bi Tirkî hatiye weşandin û tê de nirxandinên li ser sînemaya Kurdî hene. Edîtor û berpirsê Sînemaya Serbixwe, Rûmet Med Kaya jî ew kes e ku ev nivîs amade kiriye.
Dîsa Mela Mihyedîn bi navê “Efsaneya Selkiyan û filmê Ondîne” nivîsek nivîsandiye û behsa Selkiyan dike ku di mîtolojiya Skoç, Îrlandî û Skandinaviyan de lehengekî behrê ye.
Herçî bixwaze, dikare fanzînê wekî PDF daxîne ser kompûtera xwe. Lînka hejmara yekê Sînemaya Serbixwe ev e:
https://drive.google.com/file/d/1tkSi97GNR49K2t-Ko2m8JaOW8UIX3dg9/view
STENBOL