Heşdî el Şeebî ragihand ku wan qonaxek din ya rizgarkirina Mûsilê  dane destpê kirin. Doh di saetên serê sibê de Heşdî el Şeebî  li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku wan qonaxek din ya rizgarkirina Mûsilê destpê kiriye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro di saetên serê sibê de Heşdî el Şeebî di qonaxa yekem a  operasyona Mûsilê de merheleya 6’em ya rizgarkirina rojavayê Mûsilê hatiye destpêkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev jî hat gotin: “Hêzên me dest bi rizgarkirina gundên Başûrê Telefer ji destê çeteyên DAIŞ’ê kirine.”

Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawişoglu di civînek ya çapemeniyê de li hemberî operasyona Heşdî el Şeebî ya Telafere helwesta welatê xwe ya neyînî ragihand û got: “Çûna nav bajêr ya Milîsên Heşdî el Şeebî ku ji sedî 99 şêniyên wê Sûnî ne gelek metirsîdare. Ji ber wê heta niha rê nehatiye dayîn ku Heşdî el Şeebî bikeve bajarê Mûsil.” 


 MÛSIL