Lê Serokwezîra Almanyayê Angela Merke axaftina vekirinê kir û hemû hêvî û bendewarî pûç kir. Merkel bi aşkereyî li hemberî zêdekirina fona ji bo rizgarkirina ji krîzê rabû û got; “Ev pirsgirêkên bi salane têne ser hev, di kêliyekê de çareser nabe” û diyar kir ku welatên Ewropa ji Almanyayê daxwaza tiştên ku nikare pêk bîne, dike.
‘Barê xwe neavêjin ser me'
Merkel diyar kir ku ji Almanyayê daxwaza tiştên ji hêza wê zêdetir dikin û got ku divê gelê Alman jî bi aboriya xwe re eleqeder bibe.Ev gotina Merkel weke peyama “Barê xwe neavêjin ser pişta” hate şîrovekirin. Lê divê Merkel ji bo zêdekirina 500 milyar a ji bo Mekanîzmaya Rizgarkirina Ewropayê jî biryarek bide. Divê Merkel heta meha adarê, ango beriya civîna bilind a welatên Ewropayê biryarek bide.
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Monti beriya hefteyekê hate Berlînê û ji Serokwezîra Alman Angela Merkelê piştgirî xwestibû. Her wiha Montî bi awayeke germ li Bankaya Navendî ya Ewropyê Draghiyê dinêre. Monti di wê baweriyê de ye ku Franse jî û Almanya jî pere bişînin vê bankayê û bi vî awayî dê xurt bibe. Li gorî pêşbîniyan fona niha derora 750 milyar Euro ye. Tê payîn ku hikûmeta Alman ji bo jimareya fonê biryara xwe di meha adarê de bide.
DAVOS