Dewleta Elman dîsa dest bi girtina siyasetmedar û çalakvanên Kurd kiriye. Di van demên dawî de, hêzên polîs û istixbaratên Elman dîsa Kurd ji xwe re hedef girtine. Dîsa bi ser mal û komeleyên Kurdan digrin û dozan li dijî siyasetmedar û çalakvanên Kurd vedikin. Wan bi endametiya „rêxisitnek illegal“ tewanbar dikin. Ev rêxistin jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye!. Weha diyar dibe ku ev hemleya kirmînalîzekirina Kurdan xalek ji xalên lihevkirina hikûmeta Merkel li gel ya AKP’ê bû. Ev mesele ne bi qanûn û rewşa Elmaniya ve girêdayî ye, lê bi lihevkirinên siyasî, bazirganî yên ku xalên wan veşartîne, girêdayî ye.
Merkel dixwaze hemû çewtiyên ku bi tena serê xwe kiriye û di encamê de partiya wê qels û tengav bûye, li ser hesabê Kurdan bi hevkarê xwe Erdogan re serrast bike. Beriya salekê Merkel deriyê welatê xwe ji her kesî re vekir. Bi sedhezaran penaberên ji Sûriye, Afganistan û Iraqê bê kontrol derbas bûn. Di nava van de bi hezaran endam û alîgerên DAIŞ û rêxisitinên din yên islama siyasî hebûn. Her weha mirovên krmînel yên ku li kolanan dest davêjin keçikên Elman hebûn. Di encama vê siyaseta Merkel ya bêpîlan, partiya wê deng winda kirine û partiya muxalefetê ya radîkal ya bi navê AfD derket pêş. Ji bo rê li ber têkbûna partiya xwe bigre, Merkel serî li Erdogan da. Xwest ku bi Tirkiyê re li dijî hatina penaberan peymanekê imza bike. Dewleta Tirk û AKP ev yek derfetek zêrîn dîtin, da ku hem pereyan qezenc bikin, hem jî cih li Kurdan û karê wan yê rêxsitinî li Elmaniya teng bikin.
Niha Elmaniya dîsa bi ser Kurdan ve tê. Beriya sal û nîvekê hin hevalbendên Merkel pesnê PKK didan û digotin li dijî DAIŞ’ê tenê PKK’ê heye û divê em wê destek bikin, ji ber ku şervanên wê Êzîdî û Xirstiyan ji mirinê rizgar kirin. Her weha wan behsa hevkariya Erdogan/AKPê û DAIŞ‘ê jî dikir. Lê ev helwest bi siyaseta moralfiroş û pirnsibfiroş ya Merkel têk çû. Niha dîsa Elmaniya li jêr rayedariya Merkel xwe li dijî Kurdan sor dike û li ser komkujiyên ku Erdogan li dijî Kurdan li bakur çêdike, dinuximîne. Di dema ku alîgerên DAIŞ û Salafist karê moblîzekirina ciwanan dimeşînin û semînar û şahiyan ji bo „cîhadê“ li dardixin, Elmaniya Merkel bi ser Kurdan ve diçe. Ji Elmaniya tenê 2000 cîhadist niha di nava DAIŞ’ê de şer dikin. Hijmara Salafistan ji 3500 di sala 2011’an de bû nêzîkî 9000 di sala 2016’an de û serkêşên vê rêxistina terorîst her roj di internet û li ser ekranên Televizyonan de misyonên şer û tehdîdê li dijî Kurdan û olên din didin, lê dewleta Elman bê deng e. Beriya demekê 2 kesên Salafist êrîşî perestgehek Sîxan li bajarê Essen kirin, lê dîsa ev êrîşa teroryane ji aliyê hikûmeta Merkel ve hate nuximandin.
Weha xuxya ye ku dewleta Elmaniya tu ders ji dîroka xwe wernegirtî ye. Çawa wê demê Elmaniya hizra faşîzimê pêşxist û hebûna miletên din kir cihê pirsê, niha heman tişt bi serê Kurdan dike. Niha siyaseta fermî ya Elmaniya, mixabin, li dijî Kurdan rola nuximandina wehşiyeta Erdogan dike. Erdogan û dewleta Tirkan Kurdan dikujin û bajarên wan wêran dikin, Elmaniya jî tê li ser wî duniximîne, destûrê dide alîgerên DAIŞ ku azad tevbigerin û bi ser siyaseta Kurdan ve tê. Her weha hikûmeta Elman destûrê dide rêxistinên islama radîkal yên girêdayî Tirkiyê û Erabistana Saûdiyê, ku civakên misilman radîkelîze bikin. Niha ev rêxistin, hizra radîkal di nava ciwanên misliman de belav dikin û ji bo vî karê xwe alîkariyê ji hikûmeta Merkel digirin. Di vê navberê de kesên reformxwaz û yên rexneyan li islama siyasî digirin, hikûmet wan bi tenê dihêle û bi zanebûn wan marjînalîze dike. Elmaniya islama siyasî destek dike û li dijî reform û nûjekirina islam û misilmanan derdikeve.
Ji dêvla ku partiya CDU hesab ji Merkel bixwaze û lêpirsînê li dijî wê veke, ew jî mîna partiyek dîktator ji Rojhilata Navîn hemû çewteyên seroka xwe nuxamand û binkeftinên wê yên siyasî dewrî „serkeftinan“ kir. Ji ber hindê tu ferq di nava Erdogan û Merkel de nemaye. Kes ji van rastî lêpirsînê nayê û bi tena serê xwe dikare biryarên çewt bide û hemû siyasetê li gorî xwesteka xwe diyar bike.
Divê Kurd li Elmaniya xebata xwe zêde bikin. Ew ji aliyê dewletê ve rastî êrîşan tên û ji bo xatirê AKP’ê û Erdogan tên krmînalîze kirin. Her weha hevkarên siyaseta Elman, Selefîst jî Kurdan hedef digrin. Jixwe ew bi dehhezaran ciwanên ji Sûriye yên radîkal û şoven, yên ku Merkel ew dawetî Elmaniya kirine, bûne dijminê Kurdan. Ev ciwan beriya demekê di xwepêşandanên xwe de silogan li dijî Kurdan avêtin û ala Kurdî şewitandin. Xuyaye „Gurên Har“ yên faşîszma Tirkan ne bese bûn, heta îca faşîzma Ereban jî bi alîkariya dewleta Elman xwe li dijî Kurdan organîze dike.
Li dijî Faşîzma AKP, Faşîzma islama siyasî û Faşîzma muxaleftea Sûriye, divê kurd û hevkarên xwe yên demokrat li Elmaniya pîlana xwe deynin û karê xwe diyar bikin. Ev qonaxek nû ye…