Pêr vi şev di encama du teqînên li Ezazê de 4 welatiyên sivîl mirin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn. Her du teqîn li aliyê rojhilat ê bajar, pêk hatin. Teqîna yekem saet qederê 22:00`an bi rêya rextekî xwekujî pêk hat. Di vê teqînê de zerara madî çêbû û tiştek ji ti kesî nehat. Piştî wê bi nîv saetê, teqîneke din bi rêya rextekî xwekuj pêk hat. Di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî Beşîr Necîb Ednan (22), Omer Fetah Ebdolî (37), Yasir Qetbûrî (35) û Hemze Kino (17) di teqînê de mirine.

Derbarê berpirsê êrişan de agahiyên bi nakok hene. Li gorî çavkaniyan, şaneyeke razayî ya çeteyên DAIŞ`ê ya ji 3 çeteyan, ev her du êrîş pêk anîne. Lê li gorî dezgehên çapemeniyê yên nêzî çeteyan, ev êrişên Cebhe El-Şamî ne, û soza tohildanê dan. Piştî teqînan, li bajêr qedexeya derketina derve vê sibê saet 6:00`an hat ragihandin.


Li Babê çete bi hev ketin

Çavkaniyên ji Herêmên Şehba diyar kirin ku di encama şerê di navbera çeteyan bi xwe de kuştin û birîndar hene.

Li bajarê Babê yê artêşa Tirk a dagirkirî, şer di navbera çeteyên bi navê saziyên ewlehiyê û çeteyên bi navê El-Hemzat de qewimî. Sedema şer ew e ku serçeteyekî El-Hemzat ji aliyê çeteyên saziyên ewlehiyê ve hat girtin.

Çavkaniyên ji bajaroka Raî yê ser bi herêma Babê destnîşan kir ku di encamê şerî de 10 çete ji herdu aliyan birîndar bûne. Derbarê kuştiyên di nav çeteyan de ti agahî bi dest neketin.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku piştî vî şerî, di navbera çeteyên meclîsa Babê ya leşkerî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê polîsên azad ên yekser li ser destên artêşa Tirk a dagirker perwerde bûyî de, şer rû daye.

Derbarê encamên şer de, çavkaniyan diyar kir ku kuştî û birîndar ji herdu aliyan hene, lê hejmara kuştiyan nehat zanîn. 

Li aliyê din çavkaniyên ANHA`yê dan zanîn ku ji dema dagirkeriya dewleta Tirk ve di encama şerên di navbera çeteyan bi xwe de, ji Cerablos heta Ezazê, zêdeyî 100 çete hatin kuştin û 200 jî birîndar bûn. 


 ANHA / ŞEHBA