Çalakgerên mertalên zindî ku ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qendîlê hatibû destpêkirin çalakiya xwe ya li Qendîlê û Biradostê bi dawî kirin û wê bi awayek din çalakiya xwe dewam bikin.
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bombebarana balafirên artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, 14’ê Hezîranê li Qendîlê û 24’ê Hezîranê jî li herêma Biradostê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Ciwanan ragihandin ku dawî li çalakiya xwe anîne û wê bi awayekî din çalakiya xwe dewam bikin. Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer têkildarî çalakiya mertalên zindî li Qendîlê daxuyaniyek dan.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;
Têkoşîn heta Kurdistaneke azad
‘Weke tê zanin ku 24’ê Hezîranê li Qendîlê û 14’ê Hezîranê jî li Biradostê me weke Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser ser Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiya Mertalên zindî kir.
Xelkê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî ciwanan xwedî li çalakiyê derketin û piştgiriya wê kirin. Ev xwedîderketin jî bû havênê serkeftinê. Lewma weke Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê piştî du mehan me biryar da ku dawî li çalakiya xwe bînin. Dest bi çalakiyên cuda û cihêreng bikin. Di salvegera 15’ê Tebaxê de em bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hevre ji bo paqijkirina dagirker û nokeran ji Kurdistanê, xwe bi rêxistin bikin. Bi ruhê şehîd Egîd, Mam Zekî, şehîd Helmet li dijî dagirkeriyê di nava çalakiyê de bin. Em weke Ciwanên Başûrê Kurdistanê, li vir dibêjîn, pêngava ku hevrê û heval fermandar Egîd beriya 35 salan dayî destpêkirin, bi heman ruh û hestan dewam dike. Ev pêngav wê heya Kurdistaneke azad bidome bike.”
ROJNEWS / QENDÎL