Nerazibûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk her ku diçe zêde dibe. Komalên Ciwan ên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê 14’ê Hezîranê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dabûn Qendîlê û çalakiya mertalên zindî dabûn destpêkirin. Piştî destpêkirina çalakiya ciwanan Bawermendên ji pêkhateyên cûda yên Başûrê Kurdistanê û du komên pêşmergeyên dêrîn serdana wan kiribûn û piştgiriya xwe ragihandibûn.
Komek ji mertalên zindî yên li Qendîlê pêr berê xwe dan herêma Biradost ku dewleta Tirk hewl dide herêmê bi tevahî dagir bike. Ciwanan li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de alên Komalên Ciwan ên Welatparêz, Jinên Ciwan ên Têkoşer û ya Herêma Kurdistanê hatin rakirin.
Ji bo azadiya xaka Kurdistanê
Ciwanan diyar kir ku, wan pêwîst dîtiye çalakiya mertalên zindî berfireh bikin û li herêma Biradostê jî bidin destpêkirin. Ciwanên Mertalên Zindî bang li gelê Başûrê Kurdistanê û tevahî gelê Kurd kirin ku axa xwe ji dagirkeran biparêzin û ji bo vê jî xwestin piştgirî bidin çalakiyên bi vî rengî. Daxuyaniya mertalên zindî yên li herêma Biradostê bi dirûşmên, “Li dijî dagirkerî serî hilde, “Ji bo azadiya xaka Başûrê Kurdistanê serî hilde”, “Ji bo azadiya xaka Kurdistanê serî hilde” bi dawî bû.
BIRADOST