Heger ev çalakî bi vî awayî bi îradeyeke xurt dewam bikin, bê guman wê tecrîd were şikandin. Em ê bi biryardarî çalakiyên xwe dewam bikin. Serok Apo dikare garantiya şikandina tecrîdê bi me bide, heta wê demê em ê çalakiya xwe dewam bikin.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS / ROJNEWS

Çalakiya rojiya mirinê ya ciwanê ji Bakurê Kurdistanê Merwan Memdûh Ozdemîr yê 14’ê Gulanê li Silêmanî dest pê kiriye, doh di roja 11’an de bi biryardarî dewam dikir. Merwan Memdûh Ozdemîr yekem kes e ku li Kurdistanê, li derveyî girtîgehan dest bi rojiya mirinê kiriye. Ozdemîr bi biryardarî got; “Heta tecrîd li ser rêberê me neyê rakirin, em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.”

Merwan Memdûh Ozdemir, 25 salî ye û ji xelkê bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ye. Di 14’ê Gulanê de li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi rojiya mirinê kir.

Bijîşk û welatparêz lê miqate ne

Çalakiya Merwan Memdûh Ozdemîr doh dema em pê re peyivîn, di roja 11’an de bû. Di nava van 11 rojan de Merwan li we kêm kiriye. Rojane ji aliyê bijîşk ve rewşa siheta Ozdemîr tê kontrolkirin.

Merwan Memdûh Ozdemîr têkildarî rewşa tenduristiya xwe ji got; “Herçendî ku min li xwe kêm kiribe jî, ev yek bandorê li ser îradeya min nake û çalakiya min lawaz nake. Heta niha rewşa siheta min ne gihiştiye asteke zêde metirsîdar. Rojane bijîşk û welatparêz tên serdana min û rewşa min ya tendirûstî kontrol dikin.”

Merwan Memdûh Ozdemîr di dewamê de kêfxweşiya xwe ji bo encamên ku grevên birçîbûnê bi xwe re derxistine holê, anî ziman û wiha domand; “Di encama van berxwedanan de çend caran hevdîtin li gel Rêber Ocalan hate kirin. Heger ev çalakî bi vî awayî bi îradeyeke xurt dewam bikin, bê guman wê tecrîd were şikandin. Em ê bi biryardarî çalakiyên xwe dewam bikin. Serok Apo dikare garantiya şikandina tecrîdê bi me bide, heta wê demê em ê çalakiya xwe dewam bikin.”

Li dijê Baesê 1991´ê 

Li cîhanê gelek şêwazên grevên birçîbûnê hene, yek jivan şêwazan jî rojiya mirinê ye. Ev şêwazê grevê yê herî zehmet e. Çalakger ji bilî avê tiştekî naxwe û venaxwe. Ji bona wê, metirsî zêdetir li ser jiyana van çalakgeran heye. Ev şêwazên çalakiya rojiya mirinê, li girtîgehên Tirkiye li dijî binpêkirinên mafên mirovan û êşkenceyê di navbera salên 1982, 1984, 1995, 1996, 2000, 2007, 2012 û 2016’an de çêbûne. Herwiha li Başûrê Kurdistanê jî yekem car di sala 1991’ê de li dijî kiryaryarên rejima Baes li Silêmaniyê çalakiya greva birçîbûnê 13 rojan dewam kir, çalakgeran ji bilî avê tiştekî din ne dixwar ne jî vedixwar.

Merwan Memdûh Ozdemîr jî niha yekem kes e ji derveyî girtîgehan dest bi rojiya mirinê kiriye. Çalakiya wî jî di çarçoveya grevên birçîbûnê de ye ku bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku doh 198 rojên xwe yên greva birçîbûnê temam kirin.