16 sal berê, wexta Rêberê Xelkî Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî teslimî Tirkiyê hate kirin, komplogeran him ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdî û him jî ji bo Kurdan giştan xwestibûn hêviya azadiyê bikujin û statûkoya li ser bêîradehiştina Kurdan hatiye sazkirin, her berdewam bikin.

Lê îro pirr bi aşkereyî xuya dibe, ku xêrnexwazan hêza hêviya azadiyê ya ku bi bedelên pirr giran, bi can û xwînê di kûrahiya dil û hişê Kurdan de hêşîn bûye, qet nehesibandine. Ew hêvî piştî 16 salan bû rastiyeke wek sembola berxwedan û azadiyê û îro tevahiya mirovahiyê bi hurmetê lê temaşe dike...

Îro Rêber Abdullah Ocalan ji her demê zêdetir bi hêz û bi bandor e. Wek aktorekî siyasî; ne tenê li Tirkiyê, li ser siyaseta giştî ya Rojhilata Navîn xwedî bandoreke pirr mezin e. Herwiha ne tenê Kurd, xelkên herêmê û xelkên din ên bindest jî bîrdoza azadiyê ya ku ew pêşdixe, dişopînin. Siyaseta wî ya li ser bingeha wekheviyê, azadiyê, demokrasî û edaletê pêş dikeve li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê, li Sûriyê, Îran û li Iraqê hêviyê dide xelkan giştan. Pisporên siyasetê yên cîhanî bona çareserkirina pirsgirêkên etnîkî, olî û demokrasiyê perspektîfên birêz Ocalan wek reçete pêşniyar dikin...

Tevgera Azadiyê ya Kurdî jî piştî 16 salên li ser Komploya Navneteweyî, li Bakur dewleta Tirk kişandiye ser maseya hevdîtînên çareseriyê, li Rojava xweseriya demokratîk ava dike û diparêze, ji Efrînê heta Îlamê pêşengiya parastina welat dike û yekîtiya neteweyî pêş dixe. 

Dewletên ku destê wan tevlî Komploya Navneteweyî bûye, îro bi Tevgera Azadiyê ya Kurdî re têkîliyan datînin; li ber qehremaniya şervanên keç û xort ên Kurd hurmetê nîşan didin. Li Parîsê li Koşka Elîzê (Elysee) Serokomarê Fransayê François Hollande Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û bi Fermandara YPJ’ê ya bi kincên leşkerî Nesrîn Abdullahê pêşwazî dike. Wek tê zanîn; Fransa yek ji aliyekî peymana Sykes-Picot a sed sal berê hatibû îmzekirin û Kurd pê bi qedera bêstatûyê re rû bi rû hatibûn hiştin... 

Çawa polîtîkayên ku 16 sal berê bo bêîradehiştina Kurdan hatin pêşxistin, gişt pûç bûn û li hemberî îradeya Kurdan hilweşiyan; polîtîkayên li ber yekîtiya neteweyî ya Kurdistanî disekinin jî wê herwiha bên pûçkirin... 

Li ber çemê rastiya civakî ti hêz nikane bisekine. Çemê rastiyê çi astengî derkeve pêşiyê jî wê riya xwe bibîne û biherîke. Serdestên cîhanî êdî bi rastiya Kurdî ya azad û bivîn ve dihesin, lê wer xuya ye ku hên desthilatdarên Tirk û Îranî û hinek hêzên Kurdî yên ku Kurdistanê wek malê bavê xwe dibînin, çavên xwe ji vê rastiyê re digirin. Ji ber vê yekê jî qet rehet nînin. Li hember destketiyên Tevgera Azadiyê û coşa Kurdên azadîxwaz, ketine nava panîk û stresê. 

Ji zû de wexta hişyarbûna aktorên ku hên xewna bêîradehiştina Kurdê azad dibînin, hatiye. Komploya Navneteweyî û têkoşîna Kurdan a li hemberî wê, van dersan radixe ber çavan; ku ji îro şûn de kîjan hêz li ber mafên Kurdan û Kurdistaniyan xwe bike asteng, ew ê wenda bikin. Kîjan siyaset li ber wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê bisekine, ew emirdirêj nabe. Kîjan aktorên Kurd bo berjewendiyên xwe yên komî û malbatî li ber yekîtiya neteweyî xwe bikin asteng, ew ê li siberojê wek aktorên çîrokên çaxên berê bên serziman... 

Bi kurtasî; hêz û aktorên ku dixwazin belaya xwe li Kurdan bidin, gereke vî tabloyê rind bixwînin: Coş û kenê jinên Kurd ên 60-70 salî yên ku bona azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurdî, di bin berfê û sermayê de li kolan û rêyên Ewropayê bi sedan kîlometreyan rê dimeşin, çi tîne zimên? Stranên gerîlayên YPG û YPJ’ê yên ku li Kobanê dîlana serkeftinê digirin û dilgermiya gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyan ên li Kerkûkê mil bi mil li hemberê hovên DAÎŞ’ê axa welat diparêzin, nîşana çi ye?!. Meşa azadiyê berdewam e û gihîştina armancê ne dûr e!..