NPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku wê ji aliyê taktîk û teknîkê ve bi rengekî profesyonel tevbigerin, wê têkoşîna sala 15’an a Pêngava 1’ê Hezîranê bikin meşa Rêberê Azad û Kurdistana Azad. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê peyamek weşand û got, “Gelê Kurd wê armanca xwe ya ji bo Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi ser bixîne.” Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya 14. salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera pêngava ku li dijî konsepta înkar û tasfiyeyê ji bo Kurdistana azad dest pê kir, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel û hemû hêzên têkoşer pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji xwediyên vê gava dîrokî hevrê Erdal, Adil û Nûda, heta Delal Amed, hemû şehîdên şoreşê yên ku destana lehengiyê afirandin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Bi vê wesîleyê, soza ku me daye wan em careke din dubare dikin.” Çareseriya demokratîk dixwest Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di dewama daxuyaniya xwe de îşaret bi pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê kir û got, heta agirbesta yekemîn a di navbera PKK û dewleta Tirk de, şer bê navber dewam kir û ji bo Rêber Apo bi vê dixwest çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd weke alternatîfeke girîng bixe rojevê. Penc salan gerîla neket dewrê Daxuyanî bi vî rengî dewam kir: “Rêber Apo salên 1993, 95 û 98’an bi rêya agirbestê li çareseriyeke demokratîk geriya, lê belê feraseta dewleta mêtinger û qirrker a Tirk timî bi tinekirin û tasfiyeyê bersiv da. Êrişên li dijî tevgera me û gelê me, bi şêweyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me derxist asteke bilind. Tevî vê yekê jî Rêberê me 2’ê Tebaxa 1999’an dest bi pêvajoyeke nû û bingehîn kir. Tevgera me li ser bingeha vê pêvajoyê kete nava demeke bêçalakiyê ya yekalî. Pênc salan bi ti awayî çalakiyeke eskerî nehate kirin.” Israra di zîhniyeta qirrker û mêtinger de NPG diyar kir ku Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke mayînde hewl dida û wiha pê de çû: “Rêber Apo pênc salan gelekî hewl da. Gelek deklarasyonên çareseriyê ji aliyê Rêberê me û tevgera me ve hatin weşandin. Lê belê tevî van hemû hewldanan jî dewleta Tirk dest ji zîhniyeta xwe ya qirrker, mêtinger û înkarê berneda û polîtîkaya xwe ya tinekirinê bi biryardarî dewam kir. Di siyaseta tasfiyeyê de israr kir ku armanca komploya navneteweyî bû. Qîma xwe bi vê jî neanî û bi destê komeke çete xwest ji hundir ve li tevgera me bixe û bi temamî tasfiye bike. 15’ê Tebaxê gihand asteke nû Li dijî vê yekê, tevgera me li ser bingeha xeta parastina rewa dest bi Pêngava 1’ê Hezîranê kir. Ev pêngav gelekî dîrokî bû, kevneşopiya berxwedanê ya 15’ê Tebaxê gihand asteke nû û weke pêngaveke ji bo serketin û azadiyê kete meriyetê.” Bi rengekî profesyonel tevbigerin Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel herî dawî got, di sala 15’an a Pêngava 1’ê Hezîranê de, gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi tecrûbeya 35’an wê bi ruhê fedayî yê Apoyî bi erk û wezîfeya xwe rabin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Felsefeya Rêber Apo, xeta şehîdên me yên leheng wê her tim ji bo hêzên me yên gerîla bibin çavkaniya bingehîn a hêzê û bi vê hêzê wê serketin misoger bibe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku wê ji aliyê taktîk û teknîkê ve bi rengekî profesyonel tevbigerin, wê têkoşîna sala 15’an a Pêngava 1’ê Hezîranê bikin meşa Rêberê Azad û Kurdistana Azad. Wê timî berê xwe bidin serketinê. Em pê bawer in ku di vê dema dîrokî de wê ciwanên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz bi erk û berpirsyariya xwe rabin û ji tevahiya gelê me û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re di sala nû ya têkoşînê de serketinê dixwazin.” ANF/BEHDÎNAN