
Heyeta KNK’ê, ji bo nîqaşkirina yekîtiya neteweyî banga avakirina platformeke hevpar kir, li Hewlêrê bi nûnerên Bizûtneweyî Demokrasî Gelî Kurdistan û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (YNDK) re rûnişt.
Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku bi armanca civandina Kongreya Neteweyî dest bi hevdîtinan kiriye, li Hewlêrê bi nûnerên Bizûtneweyî Demokrasî Gelî Kurdistan û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (YNDK) re rûnişt.
Bizûtneweyî Demokrasî destekê dide
Heyeta KNK’ê ji Alîkarê Hevserokan Tahir Kemalîzade, endamê Dîwana KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, endamên KNK’ê Ferhat Dostkî û Şîkrûllah Hemed Emîn pêk tê. Rawestgeha destpêkê ya heyetê, Navenda Giştî ya Bizûtneweyî Demokrasî Gelî Kurdistan bû. Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgerê, Xidir Rûsî û endamên tevgerê ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtina li vir bi qasî saetekê dewam kir. Rûsî, ji ber xebatên wê yên ji bo yekîtiya neteweyî heyeta KNK’ê pîroz kir û diyar kir, ew amade ne ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî destekê bidin.
YNDK piştgirê yekîtiya neteweyî ye
Heyeta KNK’ê piştre çû serdana Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (YNDK) û ji aliyê Serokê Giştî yê partiyê, Gafûr Maxmûrî û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Vê hevdîtinê jî bi qasî saetekê dewam kir û Maxmûrî anî ziman, yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û ew amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin.
KNK, piştî banga xwe ya ji bo avakirina platforma hevkar a nirxandina mijara yekîtiya neteweyî, roja 12’ê Hezîranê dest bi hevdîtinan kir û bi dorê çû serdana Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komala Îslamî, Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Hizbî Zehmetkêşan, Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Bizûtneweyî Îslamî û Koma Civakên Kurdistanê (KCK).
HEWLÊR