Meşa dirêj a ji navçeya Tirbespiyê heta bajarê Qamişloyê ku Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organîze kiribû, hate destpêkirin. Di meşê de ku bi sedan ciwan tevlî bûn, doh nava rojê ji navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê dest pê kir. Ciwan wê heta bajarê Qamişloyê bimeşin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û YCR`ê hatine rakirin. Ciwan bê navber dûrişmeyên daxwaza azadiya Ocalan dibêjin. 


TIRBESPIYÊ