Li bajarê Strasbourg a Fransayê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê de Meşa Dirêj dest pê kir û di roja 4’emîn de ye. Ciwanên Kurd pêr gihiştin Bajarê Kehl a Almanyayê û ji bo biçin Rheînau ketin rêzê. Di dema meşê de dirûşmeyên ‘Almanya fînanse dike, Tirkiye bombe dike’, ‘ Ji bo Ocalan azadî’ hatin berzkirin. Polîsên Almanyayê di derketine Bodersweîer de mudaxaleyê ciwanan kirin. Polîsan dest danî ser nasnameya 3 ciwanan. Ji ber vê yekê ciwanan çalakiya runiştinê pêk anî û piştî pirsgirêk çareser bû meşê berdewam kir. Ciwan pêr saet di 19.00’an de gihiştin Buhl ê.
Ji welatên cuda yên Ewropayê nêzî 200 ciwanî tevli meşê bûn. Ciwanên ku di meşê de posterekî mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan daxwaza azadiya Ocalan kirin. Ji bajarê Hamburg yê Almanyayê 3 ciwanên otonom jî bi armanca piştgiryê tevlî meşê bûne.
Y. OZGURPOLÎTÎKA/BUHL