
Meşa Dirêj a bi şîara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû' ku bi tevlîbûna dostên Kurdan û Endamên Saziyên Kurdan 1'ê Sibatê li Lûksembûrgê hatî destpêkirin, li gel baranê jî di roja 5. de dewam kir.
Di meşê de dostên Kurdan û nûnerên saziyên Kurd yên Ewrupayê jî cihê xwe girtin.
Çalakgerên ku ji bajarê Talange dan rê 32 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin bajarokê Landremontê. Di roja 4'an de jî bi giştî mesafeyeke bi qasî 107 kîlometreyan li paş xwe hiştin. Kurdistaniyên li vê heremê çalakger li malên xwe kirin mêhvan.
Çalagerên mêşa dirêj doh ji bajarokê Landremontê 30 kîlometreyan û xwe gihandin bajarê Faulquemont ê di navbera bajarê Metz û Saînt Avoldê de.
Ji Mannheîm heta Strasbûrgê
Meşa Dirêj a ciwanên Kurd ya ji Mannheîmê heta bi Strasbûrgê jî doh destpê kir.
Li bajarê Elmanyayê Mannehîmê meşa dirêj a ciwanên Kurd a bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû' wê heta bajarê Strasbûrgê dewam bike. Bi sedan ciwan li cem Gara Trenê ya Navendî ya Mannheîmê hatin cem hev û piştî axaftinan dest bi meşa dirêj kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN