Li gund û taxên navçeya Wanê Qelqeliyê, welatiyên ku sindoqên wan hatin barkirin, serê sibehê zû, ji bo ku dengê xwe bidin, ketin ser rêyan.
Welatiyên ku cihê sindoqên wan bi biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirk (YSK) hatin guhertin, ji bo ku dengê xwe bidin, dan rê. Jina 55 salî Xunav Bîlen diyar kir ku ew ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide, bi meşê çûye dengê xwe bide: “Barkirina Sindoqan ji bo me ne girîng e. Em serê sibehê çûn me dengê xwe da û em hatin. Em ê bi ser kevin.”
Ji bo dawî li zilmê bê
Dîsa li navçeyê, li taxa Ingilîz jî welatî ji bo ku dengê xwe bi kar bînin 2 kîlometre rê meşiyan û çûn taxa Hesen Temîran. Ji welatiyên ku çûn dengê xwe bidin, Ayşe Naya diyar kir ku heqaret li wan hatiye kirin, anî ziman ku taxa wan ji ya ku sindoqên wan lê hatine bicihkirin, mezintir e û got, “ Çiqas dûr bibira jî me yê biçûya û dengê xwe bida. Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe, me dengê xwe da.”
JINHA/WAN