Meş çalakiyeke demokratîk, bangaşî û bala raya giştî kişandinê ye. Di tekoşîna netewa kurd de hemû awayên wê hene. Dema komên şervanên kurd ji beşeke Kurdistanê derbasî beşa din dibin, bi hêza lingan, bi meşê diçin. Di dîroka kurdan de cara yekem pêşmêrge ji başûr bi navgînan derbasî Kobanî bûn, bê vê hemû awayê tekoşînê li ser çalakiya meşê pêk hatine.
Di têkçûna berxwedanan û êrişên dagirkeran de gelek meşên derbiderî berbi xak, welat, der û dertûlên biyanî ve dest pê kirine. Êş û perîşanî, bê warî û bê derfetî, bê xwedî û bê ewlahî bi van meşan re wek bareke giyanî li êşa dil barbûne. Mîna meşa gorbihuşt Barzanî berbi Sovyetê, a Osman Sebrî û Nûrî Dêrsimî berbi binêxetê ve û meşên li pey cunta danzdehê îlonê hê malxirabtir bûye. Gelek caran ew rêyên dirêj yên derbiderî bûne kemînên mirin û têkçûnê.
Cara yekem li Bekaye ji meşên ji xakê dûrketinê re „bes“ hate gotin. Biryara meşa berbi xaka bav û kalan, ber bi pêngavên rizgarkirina welêt hatin girtin. Gerîlayên canfeda kom bi kom meşiyan û her dimeşin li ser wê xakê û li ezmanê welatê rojê, di dilan de!.. Hêvî bi wan û rojê re meşiya û bû çirûskên azadiyê.
Li ser xaka Ewropayê jî di paralêla pêşketinên li welêt re vê meşa berbi azadiyê weşeke nû girt. Di vê ronahiyê de çalakiya meşên dirêj, mêşên bi çend baskan, bi aliyê Tevgera Azadî ve hatin organîze kirin. Cara yekem sala 1984 an meşeke wiha dirêj ku gelek mejiyan ev nedigirt hate amadekirin. Başa Hanau - Bonn di bin rêberiya şehîd Mehmed Rauf Akbay, beşa Hannover-Bonn di bin rêberiya Xalit (Îsmaîl S.) de bi perê ketibû. Piraniya çalakvanên vê meşê, meşa xwe li ser xaka welêt domandin û wek Bêrîvanê berbi stêrkên bêmirinî ve herikîn. Wê demê bi wê meşê federasyona FEYKA Kurdistan hatibû demezrandin. Û Cara yekem bi awayekî wisa birêkxistinî bangaşiyeke bi dîmenziyoneke berfireh çalakiyeke demdirêj hatibû birêkxistin. Wê demê li ewropa her kesê ji rêzê bêhay bû ji navê kurd û Kurdistanê. Piraniya çapemenî û politikvanên cigehî jî cara yekem navê kurd û Kurdistanê ji me dibîhîstin. Dema me têkilî bi wan re dadianî, em di divêtiya şiroveyên berfireh de diman.
Meşa duyem ya dirêj jî li dij qedexeya Tevgera Azadî bû. Ev bertekeke rewşenbîrî û xwerû bi aliyê rewşenbîran ve ji Bonnê ta Brukselê hatibû birêkxistin. Di dîroka Kurdistana de cara yekem bi navê rewşenbîrî, çalakiyeke wiha bi wate reng dabû jiyanê. Di wê meşê de gelek rewşenbîrên niha ji nav me barkirine, li kêleka Uta Na Pîştim danîne jî hebûn. Mîna mirovê xweşik Prof. Îsmet Şerîf Vanlî, şîrîniya hevaliyê Dr. Rodî Demîrkapi, çira perwerdê Nazîf Telek û çend roj jî, ji êşa ziman Feqî Husên Saxniç tevê bûbû. Reng û ronahiya wê meşê Hozan Serhed; ji efsaneya strana „Hewlêrê“ bi Ûta Na Pîştîm re periya ser lûtkeyên giyanên wek çiyayê Agirî berz. Li Brukselê bi êrişa faşîstên ku bi aliyê balyozxaneya tirk ve hatibû sorkirin, wê çalakiyê li tevahiya cihanê olan dabû.
Meşa dirêj ya sêyem jî dîsa ji bo protestoya qedexeya li ser Tevgera Azadî di navbera Kalsruhe û Bonnê de hatibû organîzekirin. Rêveberiya wê jî Mahmud Seven. wergirtibû. Meşa herî zêde di nava dijwariyan û di bin êrişên hêzên ewlekariyê de pêkhatibû ev bû. Her sê meşên dirêj jî bandorên gelek zêde û bi nirx ku karlêka wan ta gihîştiye vê roja me li pey xwe hîştine.
Li pey van meşan jî di dema festîvalan de cîwan bi awayekî kevneşopî, mîna ku bixwezin wê meşa şerwanên li çiyan bijîn, her sal meşên kurt organîze dikin. Carna di navbera wan û hêzên ewlekariyê de nîqaşên tund jî derketibin, bi serkeftinî gihîştine encamê.
Ji van meşan yek jî ji ber nexşên zivistanê meşa herî dijwar bû, sala par ji Cenevrê ber bi Strasburgê ve hatibû. Mirovên bi biryar bi dilsoziya gerîlayan di nava rêzeçiyan, newal û geliyan re di bin serma seqem û berfa her der guhezandibû zemheriyê de her meşiyan. Gelek kesayetiyen hêja di wê meşê de cih girtibûn. Îsal jî ev bi sê baskan ve hatin organîze kirin. Jinan xeta dijwar hilbijartine xeta Bern – Strasbûrg. Salmezinan ji Luxenburgê berê xwe dane Strasbûrgê. Ji Frankfurtê jî ciwan û hunermendan bi şiyara „A. Ocalan re azadî!“ bi aliyê Strasbûrgê ve herikîn.
Di nava koma ji Frankfurtê diçin de gelek kesayetiyên di nava meşa yekem, meşa duyem û meş sala par de cih girtibûn jî hene. Mîna ku bixwezin bibêjim „em ê bi vê meşa bigihîjin armanca xwe û dawî li van êşan bînin, pêktînin.