Meşvanên baskên ji Baselê û Luksembourgê îro digihîjin Starsbourgê cem çalakvanên greva birçîbûnê. Ew bang li Kurdistaniyan dikin ku bi girseyî roja şemiyê li Strasbourgê bin.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15´ê sibatê û rakirina tecrîda li Îmraliyê, ji Baselê heta Strasbourgê meşa dirêj îro di roja 7´an de digihîje armancê.

Meşê doh ji bajarê Selestadê yê Fransayê dewam kir hate destpêkirin. Meşvan bi sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Bijî berxwedêrên zindanan’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ dimeşin. Meşvan doh 26 kîlometreyan meşiyan û gihiştin bajarê Ersteinê. Meşvan îro digihîjin Strasbourgê. Meşvana bang li Kurdistaniyan û dostên wan ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û şikandina tecrîkirina Ocalan, sibe, ango şemiyê li Strabourgê bin.

Baskê meşê yê ji Luksembourgê jî doh ji bajarê Talengê yê Fransayê xwe bi wesayîtan gihandin bajarê Nancyê. Ew doh li vir 12 kîlometroyan meşiyan û sloganên ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ gotin.

meşvanan li Meydana Place Stanîslasê ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da. Meşvan çûn serdana şaredariya Vandeuevreyê jî. Meşvan îro digihîjin Strasbourgê. Wan jî bang li kurdistaniyan û dostên wan kir ku roja şemiyê ango sibe li Strasbourgê bin.

 

NANCY