
Hevalê me Îbrahîm Bulak bi rêveberê beşê Kurmancî yê di Kurdolojiya INALCO´yê li paytexta Fransayê Parîsê û romannûs Îbrahîm Seydo Aydogan re li ser romana Kurdî peyivî. Bulak balê dikişîne ser zêdebûna di warê hejmarê ya romanên Kurdî de, behsa janeke veguherînê dike û li ser vî bingehî pirsên xwe ji Îbrahîm Seydo Aydogan dike. Di hevpeyvînê de Aydogan dibêje, romana wê ya ku berê dabû zanîn ku ew dinivîse a bi navê “Komediya Kurdistanê” jî dawiya sala 2018´an wê bê weşandin.
Ibrahîm Seydo Aydogan li ser mijarê romana yekem a Kurdî û fikra xwe ya ku Mem û Zîna Ehmedê Xanê weke destpêka romana Kurdî dibîne wiha rave dike, “Bi ya min şaş e mirov romanê di ser teşeyê wê re binirxîne. Ma roman divê ileh bi nesir û pexşanê be? Heger wisa be, gelek romanên îro tên weşandin, li vî qalibî nayên”. Bi vê yekê jî argumana xwe wiha dide pêş, “Heger em fikra sabit a nesir an jî pexşanê li pey xwe bihêlin; em ê bibînin ku mesnewî tenê şiklek e, û tevahiya xisletên romana modern a roja me ya îro ango unsûrên weke teswîr, rêza bûyeran, protagonîst, diyalog, nirxandinên psîkolojîk, sêwirandin bi hostetî tên bikarnanîn... Bi kurtî, ji ber ku mesnewî di edebiyata klasîk de yekane şiklê vegotinê bûn, jidayikbûna romana nesir a modern amade kiriye.”
Karakterên “ez dizanim”
Li ser kêmasiyên romannivîsînê û rexneya xwe ya sereke ya li romannivîsînê jî Aydogan dibêje, “Li cem her romannûsê baş, şûneke tecrûbeyên jiyanê heye yên ku xwe ji çavdêrî û şîroveyên kûr dadiwerivînin û romannûs bi xwe ber bi felsefeyê ve dibin. Roman hema ji bo ku bibe hikayetek an jî kêfek nayê nivîsandin. Ya ku romana baş û mayînde ji romanên ne lazim û bê mane yên ku ez di pirtûka xwe gumanê de weke “beredayî” behsa wan dikim, ji hev vediqetîne jî ha ev xisleta kûrahiyê ye... Her kes hinekî behsa xwe dike helbet, ji ber ku ew li navenda wê jiyanê ye ku ew çavdêriya wê dike. Ji ber vê jî egoya wêjenas û hunermendan piçekî zêde bi pêş ve çûye, lê bi demê re divê ew di terbiyeyeke rûhî re derbas bibe, kedî bibe. Qehremanên îdeal bi giştî yan nivîskar bi xwe ne, yan jî ew kes in ku nivîskar difikire ku ew e. Romanên Firat Cewherî mînaka herî baş e ji bo vê yekê. Her karaktera wî bi awayekî zêde darîçav dibêje, “ez dizanim” û “ez taybet im”, bi wî rengî ku di wan pozan de ku ji bo resman nivîskar dide, bêyî ku mirov bixwîne jî belkî dide nîşan ku ew rengvedaneke seresere ya “Ecce Homo” ye. Ez nabêjim nihîlîst, ji ber ku ji bo nihîlîzmê kûrahiyeke felsefî divê, lê belê di romanên nivîskarê min wek mînak behsa wî kirî de min ti kûrahiya felsefî nedît.”
Trajedyayên roman Kurdî
Piştî ku behsa hin rewşên trajîk ên romana Kurdî dike, yên weke hay ji hev û ji romana Kurdî nebûna nivîskarên Kurd, xwenepixandina wan dike, bi van gotinan îşaret bi herdu aliyên mêzînê dike: “Çend nivîskarên me yên populer hene; weke Firat Cewerî û Jan Dost. Mixabin herdu jî romannûsên besît û seresere ne. Lê belê êdî romannûsên me yên kûr ên weke Ciwanmerd Kulek û Lokman Ayebe jî hene.”
Li ser pirsa ka piştî Reş û Spî (1999) û Leyla Fîgaro (2003) fikreke wî ya din a nivîsandina romanê heye jî Îbrahîm Seydo Aydogan dibêje, “Ev demeke dirêj e romaneke min heye li ber destê min e ku ji ber mijûlahiyên xwe yên akademîk û siyasî min pê re negihand wê xilas bikim...
Ev pênc sal in ku ez vê romanê her taloq dikin, min berê jî dabû zanîn ku ez vê romana “Komediya Kurdistanê” dinivîsim, ez difikirim ku heta dawiya sala 2018´an ev roman biqede, bê weşandin. Ez bi tenê dikarim bibêjim ji her du romanên min ên destpêkê bi kêftir, kûrtir û stewayitir e. Ji bo romanekê 15 sal ne gelek in. Ji ber ku belkî ji bo ku ez wê binivîsim da ku bigihêjim wê stwewîbûna rûhî diviyabû 40 salan li dûv xwe bihêlim û belkî diviyabû ewqasî jî bijiyama.”
NAVENDA NÛÇEYAN