Krîza siyasî ya navbera Tevgera Goran û PDK’ê de berdewame. Bi teybetî piştî 10’ê Cotmeha 2015’ê PDK’ê destûr neda Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed bikeve Hewlêr, ev krîz hîn kûrtir bû. Parlamentera Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Tavge Ehmed diyar kir ku sedema krîza heyî destdanîna PDK’ê ya ser kûrsiya Serokatiya Herêma Kurdistanê ye.
Parlamenter Tavge Ehmed ragihan ku, ev bû cara duyemîn min e ku ji Ebadî daxwaz kir ku Mesûd Berzanî ji ser kar dûr bixe û got: “Ji ber ku li gor destûrê Ebadî dikare biryara dûrxistina Mesûd Berzanî ji ser kar bide.”
Tevge Ehmed diyar kir ku zextek mezin li Mesûd Barzanî nehatiye kirin ku dest ji kar ber de û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji ber li gor yasa Iraqê her serokekê Herêma Kurdistanê pîvanên yasaya welat binpê bike, serokwezîrê Iraqê dikare wî ji ser kar dûr bixe. Ger Ebadî têkiliyekî şexsî li gel Mesûd Barzanî hebe, wê demê wê biryara dûrxistina wî ji kar dernexe û wê demê li dadgeha navneteweyî Ebadî dibe berpirsê ji kar dûrxistina Mesûd Barzanî.”