Bajarê Mûşê ku bi zozan û deştên xwe yên fireh navdar e, ji ber gelek cûreyên giha û kulîlkan lê çê dibe, dibe sifreya gelek koçer, mêşvan û rençberên ku ji bajarên cuda tên li wan dibin mêvan. Mêşvanên hingiv ku ji bajarên cuda tên kewarên mêşên xwe bi cih dikin, îsal li gel zivistana Mûşê dijwar der bas û jî dîsa ji ber hişkesaliyê bi gazinc in. Mêvanan diyar kir ku îsal çêre tune û nikarin mêşên xwe xwedî bikin.
Mêşvanê bi navê Mehmet Aytemis, ku ji Hatayê hatiye Mûşê anî ziman ku ji ber hişkesaliya îsal dê îflas bikin û niha rewşa wan nebaş e. Aytemis, anî ziman ku ji ber hişkesaliyê çêreya mêşan bi dest naxin û mêşên wan birçî dimînin. Aytemîz, da zanîn ku pêw
iste rayedarên dewletê alîkariyê bide wan û li sînorê îflasê ne.
Mêşvanê bi navê îhsan Tok jî heman pirsgirêk anî ziman û xwest hikûmet piştgiriyê bide wan.

DÎHA/MÛŞ