
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxuyaniyek da û got, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, ku bi ruhê 1’ê Hezîranê têdikoşin, wê sala 14’an a 1’ê Hezîranê veguherînin pêvajoya pêngaveke mezin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi wesîleya 13. salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyek weşand û got, “Em salvegera 13. a Pêngava 1’ê Hezîranê, ku li dijî konsepta înkar û tinekirinê ya komploya navneteweyî ji aliyê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ve hate destpêkirin, pîroz dikin. Ji afirînerên vê gava dîrokî, hevrê Erdal, Adil û Nûda heta Bedran Cûdiyan, em hemû şehîdên xwe yên di vê pêvajoyê de şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
Destketî berhemên pêngavê ne
Fermandariyê diyar kir ku pêvajoya parastina aktîf ku bi Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî li dijî konsepta tinekirinê di sala 2004’an de hat destpêkirin, bû bersiveke girîng ji polîtîkayên tinekirinê ku dijmin ferz dikir û ji bo vekirina rêya lêgerîna çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re, rê li ber bûyerên girîng vekir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêvajoya parastin û berxwedanê ya gel û gerîla, ku li ser bingeha Pêngava 1’ê Hezîranê hatin kirin, çareseriya pirsgirêka Kurd ferz kir.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Eger îro tê gotin, ku rojên azad ên gelê Kurd nêz in, divê were zanîn, ku sekna bi biryar a Rêber Apo di Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê de nîşan da, berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku li ser bingeha Pêngava 1’ê Hezîranê meşand, berdêlên ji aliyê şehîdên me yên leheng ve hatine dayin û fedakariya gelê me, di vir de faktora herî mezin e. Ji ber vê yekê pêşketinên heyî divê weke berhemeke Pêngava 1’ê Hezîranê were dîtin.”
Di salan 14´an de pêngaveke nû
Fermandariya Biryargeha Navendî destnîşan kir ku gelê Kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê ya bi salan de, salvegera 13. a Pêngava 1’ê Hezîranê bi pêvajoyeke nû ya pêngavî pêşwazî dike û got, “Li dijî şerê bê pîvan ê dewleta AKP’ê ya mêhtinger, şerê parastinê û berxwedana mezin di çarçoveya şerê Gel ê Şoreşgerî de bi rengekî rewa û mafdar hate meşandin, heta roja îro vî şerî encamên girîng derxistin holê û têkoşîna azadiyê ya gelê me gihand qonaxeke nû. Di sala 14’an a 1’ê Hezîranê de jî wê mohra xwe deyne binê serketinên dîrokî. Ji bo ev serdema nû çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd misoger bike, weke pêvajoya azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi ser bikeve, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê xwe ji ti fedakariyê venegirin û erka xwe bi cih bînin.”
Emrê mêhtingeriyê li Kurdistanê kêm maye
Di dewama daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, “Dewleta AKP’ê, ku ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve li pêşberî têkoşîna xurt a gelên Kurdistanê ya bi pêşengiya gerîla dîn û har bûye, rêbaza xwe ya şer derxist asta hovîtiyê, li çar parçeyên Kurdistanê êrîşî destketiyên Kurdan dike û bi rengekî nedîtî siyaseta qirkirin, zilm û mêhtingeriyê dimeşîne. Ev yek rastiyeke zelal e ku nîşan dide, emrê mêhtingeriya Tirk ê li Kurdistanê kêm maye. Tevî ku rastî ev e, mêhtingeriya Tirk bi hezaran derewan, bi gerandina dek û dolaban hewl dide atmosfereke welê biafirîne ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê derbê dixwin û li ber tinebûnê ne. Divê were zanîn ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurdistanê yên bi ruhê 1’ê Hezîranê têdikoşin, wê li dijî vê hovîtî û siyaseta hovane ya mêhtingeriyê, li bajêr, deşt û çiyê, li her cihî berxwedanê geş bikin û sala 14’an a 1’ê Hezîranê veguherînin pêvajoya pêngaveke xurt.”
Banga tevlîbûna nav refan
Di dawiya daxuyaniyê de, ji bo sala 14’an a Pêngava 1’ê Hezîranê veguhere pêvajoya azadiya Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurdistanê, ji bo pûçkirina planên mêhtingeriyê yên ji bo tasfiyekirina gerîla û pêşîgirtina li qirkirina çandî, bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz hate kirin ku tevlî nava refên gerîla bibin û ruhê 1’ê Hezîranê mezintir bikin. Ji gelê welatparêz û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê jî di vê sala nû ya têkoşînê de daxwaza serketinê hate kirin.
ANF/BEHDÎNAN