
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Mezopotamyayê re peyivî û got, “Têkoşîna me gihîştiye qonaxa serketinê. Şert û mercên ji bo serketinê amade ne. Şoreşa li Rojava, Bakur, Başûr gihîştiye asteke girîng. Kêm maye gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe. Lewma mêtingerî hewl dide dest li vê yekê werde. Lê ev destwerdan bi kêr nayê. Ew ê têk biçin. Ji ber vê yekê, divê hemû welatparêzên Kurdistanê, demokratên Tirk bi erka xwe rabin. Lazim e em xwe bêhtir bi rêxistin bikin û xwedî li vîna xwe derkevin. Divê em bi zanebûn têkoşînê geş bikin.”
Tirs ketiye dilê Mêtingeran
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku mêtîngeriya Tirk bi pêşengiya Erdogan li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd bi awayekî dest bi êrîşan kiriye û got, “Ya rast, mêtingeriya Tirk û hêzên mêtinger îro xurt nînin. Tevî vê yekê jî êrîşên xwe didomînin. Du sedemên vê yekê hene. Ya yekemîn; îro li Rojhilata Navîn şerek diqewime û Kurd di vî şerî de derdikevin pêş. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd xurt bû, mezin bû. Li Bakur jî gavên girîng hatine avêtin. Bi taybetî Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya Sûriyeyê veguheriye şoreşeke demokratîk. Ev pêşketin û rewşa li Kurdistanê tirs berdaye dilê mêtingeriyê. Ya rast, hemû hêzên mêtinger ji vê ditirsin, lê serkêşê van mêtingeriya Tirk e.”
´Bang li gel û ciwanan kir´
Karayilan di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ku pêvajoya heyî bi rastî jî dîrokî ye û got, „Divê hemû welatparêzên Kurdistanê, demokratên Tirk bi erka xwe rabin. Lazim e em xwe bêhtir bi rêxistin bikin û xwedî li vîna xwe derkevin. Divê em bi zanebûn têkoşînê geş bikin. Girîng e ciwanên Kurdistanê bêdeng nemînin. Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Tevlî têkoşînê bibin, tevlî nava refên gerîla bibin, tevlî serhildanên gel bibin. Divê jinên Kurd bi erka pêşengiyê rabin. Divê vê rola xwe di vê dema girîng de bi cih bînin. Di vê demê de wezîfeyên girîng dikevin ser milê her kesî û em xwe li derveyî van wezîfeyan nabînin. Bêguman wezîfeyên girîng dikevin ser milê me. Haya me ji vê heye û em ê bi cih bînin.”