Li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê, endamê Desteya Parastina Xaka Başûrê Kurdistanê Mûcahîd Mihemed Emîn got; “Hebûna artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, cihê metirsiyê ji bo aliyê siyasî, aborî, civakî û asayîşa netewî. Li dijî vê dagirkeriyê pêwîste çalakî li Başûrê Kurdistanê zêde bibin. Ji aliyê hêz û dewletan ve dagirkirina xaka Kurdistanê, metirsiyekî mezin li ser doza rewa ya gelê me çêdike.”
Der barê alîkariya dayîna hinek aliyan ji bo hêzên Tirk, Mûcahîd Mihemed Emin wiha got; “Pêwîste aliyên siyasî bê PDK’ê desteya parastina xaka Kurdistanê ava bikin. Her kesê ku destê wan li ser dagirkeriya Kurdistanê û alîkarî dayîna hêzan ji bo dagirkeriyê hebe, xiyanet û xirabiya herî mezin dijî gelê me dike.”
Di dawiyê de Endamê Desteya Parastina Xaka Kurdistanê Mûcahîd Mihemed Emîn wiha got; “Niha Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye girtin û bê deng kirin di aliyê van dagirkeriyên li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Pêwîste Hikûmeta Iraqê dengê xwe dijî van dagirkeriyan derbêxe. Helwestekî cidi û fermî hebe ji bo kêşandina van hêzên ku bingeh û navendên leşkerî avakirine li ser xaka Başûrê Kurdistanê.”
‘Xaka Kurdistanê dagir dikin’
Li ser heman pirsê endamê Desteya Rêveberiya Meclîsa Rêxistinên Helebce Ferhad Qadir wiha got; “Hebûna hêzên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistan û anîna hêzên biyanî ji bo tevlîbûna operasyona kontrolkirina Mûsilê metirsiyekî mezine. Bi dagirkeran re dibêjin yekser xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze împaratoriya Osmanî ava bike û daxwaza parêzgeha Mûsilê dike.”
Di dawiya axaftina xwe de endamê Desteya Rêveberiya Meclîsa Rêxistina Helebce Ferhat Qadir wiha axivî; “Niha hebûna Parlamentoya Kurdistanê nine û her çar aliyên siyasî bê helwestin li ser vê mijarê. Ji ber vê yekê dewleta dagirker çi bixwaze bi keyfa xwe dike li nav xaka Başûrê Kurdistanê de."
ROJNEWS/HELEBCE