Asayîşa Zaxoyê du Şengalî birîndar kirin
Ji ber rewşa xirab a koçberên Şengalî li Zaxoyê û xemsariya rayedaran a li ser paraztina Şengalê koçberên Şengalî xwepêşandanek kirin. Asayîşa Zaxoyê dest werda xwepêşandanê û gule li xelkê reşandin. Di encama êrîşê de du koçberên Şengalî birîndar bûn.
HPG û YBŞ´ê 55 terorîst kuştin
Li aliyê din, pêr û doh li gundên li dora Şengalê şer di navbera hêzên HPG, YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) û çeteyên DAIŞ´ê de rû dide. Li gorî agahiyên ji deverê bi destketî di şer de 55 terorîstên DAIŞ´ê hatine kuştin. Şerên dijwar li gundên Bare, Sikêniyê, Şilo û Sulak qewimîne.
YJA-Star: Em ewlehiya gelê xwe ne
Fermandariya YJA-STAR a Şengalê jî der barê rewşa gerîlayên xweli Şengalê de daxuyaniyek da. YJA-STAR dibêje, “Tevî şert û mercên zehmet ên demsalê gelê me yê li Çiyayê Şengalê li dijî şilî û sermayê li ber xwe dide, zarok xwas in. Tu wijdan û dil vê ranake. ... Em wek gerîlayên YJA-STAR’ê li ser esasê perspektîfên Rêber Apo, em ê ji bo li herêma Şengalê mewziyên xwe bi hêz bikin, hemû nirxên Êzîdiyan biparêzin û ji bo ewlehiya jiyana gelê xwe pêk bînin, em ê têkoşin."
Çalakiyên YJA-STAR´ê dewam dikin
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî nêzîkatiyên komkujer ên çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên aktîf didomin û hat gotin ku di demên pêş de jî ew ê van çalakiyan dewam bikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku YJA Star bihêzkirin û mezinkirina YBŞ'ê, wek wezîfeyekê dibîne.
Save Shengal, Save Kobanê
Pêr êvarê, piştî ku nûçeyên êrîşên bi ser Şengalê de belav bûn, xelkê Kurd ê li Elmanyayê daket qadan û li bajarên Hannover, Bremen, Munster, Giessen, Wesel, Kleve, Bielefeld û Berlînê xwepêşandan li dar xistin. Di xwepêşandanan de êrîşn DAIŞ´ê hatin şermezarkirin. Xwepêşandêran doza alîkariya insanî û eskerî ji bo paraztina Şengalê li raya giştî û hêzên navneteweyî kir. Xwepêşandêran bi dovîz û afîşên xwe bal kişandin ser Berxwedana Kobanê jî û herî zêde jî şîara "Save Shngal, Save Kobanê (Şingalê rizgar bikin, Kobanê rizgar bikin)" derxistin pêş.
FRANKFURT