Navenda Parêzerên Mafê Mirovan a Kurdistanê der barê  girtiyê siyasiyê Kurd û xwendekarê Kurd Hebîbûla Letîfî yê ku di sala 2007’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatî girtin û di sala 2008’an de cezayê bidarvekirinê lêhatî birîn raporek weşand.

 Li gorî raporê tê gotin ku her çend di sala 2015’an de cezayê wî hate rakirin lê hîn metirsiya bi darvekirina wî didome û wiha tê gotin; “Girtiyê Siyasî yê Kurd û xwendekarê Kurd Hebîbûla Letîfî di sala 2007’an de ji aliyê hêzên îtlaeta rejîma Îranê ve hate girtin û di sala 2008’an de bi tewanbariya alîkariya ligel PJAK’ê cezayê îdamê lê hate birîn. 


Metirsî didome

Di sala 2015’an de, Komîsyona Efû ya navxweyiya Îranê cezayê wî veguhêzî cezayê heta hetayî. Lê ji wê demê ve qet destûrek ji bo derketina ji derve nedayînê û rê nehatiye dayîn malbata wî biçin serdanê.” Li gorî agadariyên kesekî nêzî Hebîbûla Navenda Parêzerên Mafê Mirovan a Kurdistanê û wiha tê ragihandin; “Her çend ku Komîsyona Efûyê cezayê wî guhertiye cezayê heta hetayê, lê heya niha cezayê wî ji aliyê dadgehê ve nehatiye ragihandin. Ji aliyê din ve Wezareta îtlaetê jî ji guhertina cezayê wî red kiriye. Ji ber vê yekê hîn metirsî li ser Letîfî heye ku bê bi darvekirin.” Hebîbûla Letîfî niha li girtîgeha navenda bajarê Sineyê de ye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN