Piştî kul i hin deverên cuda ên Lîbyayê pevçûn di navbera van komên çekdar û hêzên dewletê de derketin gelek hewldan ji bo ku çekên wan bidin hev çêbûn lê gelekan ji wan çekên xwe radestî hikûmetê nekir.
Li ser van pêşketinan Netewên Yekbûyî jî metirsiyên xwe yên ji hebûna van çekdaran anî ziman û derbarê wan çekdarên ku ji bin kontrola hikûmeta demî derketine û gelek zindanên wan ên veşarî hene metirsiyên xwe anî ziman.
Her wiha Konseya Ewlekariyê jî li raporekê guhdarî kir ku derbarê tundiya bi destê wan çekdaran di vê dema dawî de li bajarên Trablus, Bingazî û Benî Welîd de bû.
Derdora 8 hezar ji alîgirên Qedafî niha di destê wan komên çekdar de ne û di zindanên wan ên veşarî de dimînin û li gorî hin raporan ew girtî rastî işkenceyên hovane tên.
Dibe ku Netewên Yekbûyî bûbe alîkar ku rejîma Qedafî were rûxandin lê li pey xwe jî gelek kavil û xirbe hiştin ku hewceyê werin avakirin. Bajarên mezin kavil mane, binesaziya bajaran tev hatiye rûxandin û rejîma berê jî rê nedabû ku ev welat bibe welatekî xwedî saziyên demokratîk û sivîl lewre jî ji bo ji nû avakirina vî bajarî pêwîste ku gelê Lîbyayê zend û bendê xwe girêbide û gelek kar li hêviya wan e.
Raporên metirsdar
Seroka rêxistina mafê mirovan a girêdayî Netewên Yekbûyî Nafî Bilay got ku ew gelekî ji rewşa 8500 alîgirên Qedafî yên girtî bifikarin ji ber ku di 60 zindanên veşarî ên komên çekdar de de dimînin û rastî işkence û tundiyê tên. Tewanbariya van girtiyan tevan ew e ku alîgirên Lîderê berê yê Lîbyayê Mûemer Qedafî bûn û gelek ji van girtiyan ji welatên Afrîkayê ên cîranê Lîbyayê ne. Hêjayî gotinê ye ku ev zindan ji derveyî çavdêriya hikûmeta Lîbyayê ne û bi destê wan komên çekdar tên kontrolkirin.
NEW YORK