Carna mirov hin pêkhatinan nebîne û di ser re derbaz be, baștir e. Lê gelek caran jî ji bo hin têgihîștinan pêdivî pê heye ku mirov hinek jî be, behsa wan bike.
Dema mirov li mêvanên di wê kongreya AKPê de amade ne dinêre, dibîne ku bê Schröder ê ku li Almanyayê navê wî jî di rojevê de tune, tenê rengê birayên misliman, ango eniya mislimanên sunnî xuya dike. Ev di rastiyê de rengê îsolasyon û têkçûna vê partiya xwe bi destê çapemeniya xwe, xwe mezin nîșan dide, li ber çavan radixîne.
Amêrîqa û Ewropa ji bo berjewendiyên xwe piștgirîyê tenê didin dewleta Tirk, nadin AKP, ew hîna jî, ne di wê baweriyê de ne ku ev koman birayên misliman bikanin berjewendiyên wan biparêzin. Lema jî, tevlêbûna Ewropiyan hima bigire nîne.
Êdi her kes dizane ku AKP ji komên bazirganên dîn, têcirî, berjewendî, rant û kesên li ser bendên takekirinê dilîzin pêkhatiye. Lema jî tu kes li benda hin peyamên ku dikanîbûn bibana çirûskên çareseriyan nebû. Her çendî Erdogan pêșî li hin rojname û rojnamegeran dabû gitin jî, ew pûçbûn, û valabûna vê kongreyê bi șermokî jî be, bi destê çapemeniya nêzê wan, li ber çavan hate raxistin.
Jixwe di serî de bayê demoqrasiyê neweșyabû ser wê AKPya bê vîn. Yan jî ya vîna wan di bin lingên kesekî de ye. Merivê wan, yan jî hevparê koalisyona wan a dizî Huseyîn Gulerce jî gelek bi zelelî dîktatoriya made in TR Erdogan bi van gotinan anî ziman. „Erk û quweta di destê birêz Erdogan de ji yê padîșahekî zêdetir e.“
Mijara Serokê herêma Kurdistan Birêz Barzanî
1 – Carna ji bo zelalkirina mijareyên ku wiha girîng in, mirov serî li hin ananeyên netewe û gelê xwe bide, hê beștir dibe.
Di çanda me Kurdan de, gava cîranê birayê mezin di ser mala birayê mezin re gav bike û here birayê biçûk vexwîne, ew birayê biçûk ji bo xatirê anor û șerefa malê, naçe, ku gava pêdivî pê hebe jî, hetanê destûrê ji birayê mezin nestîne, dîsa naçe wê vexwendinê. Ji ber vê ananeyê Divîbû birêz Barzanî neçûyîba, lewre wan bang partiyên Kurdên bakur wek BDP nekiribûn. Ji ber vê sebebê jî, dema mirov li nava rûpelên înternetê dinêre, dibîne ku hemû derdorên Kurd ji vê çûyîna birêz Barzanî ne razî ne.
2 – Gelo çima AKPe ya di her warî de dijminahiya Kurdan dike, BDP û serokwezîrê Iraqê venexwend û birêz Barzanî vexwend? Ev bi serê xwe șiroveyeke gellek kûr û dûr dixwaze. Lê mirov dîsa jî bi kurtî dikane wiha bibêje:
Yek; ew bi tevê Katar û Saudiyê li pey eniyekê birayê misliman in. Serokwezîrê iraqê șii ye, lema venexwendin. Bê guman armancekî wan jî ew e ku nakokiyên di navbera serkariya bașûrê Kurdistan û Iraqê de hê kûrtir bike.
Ya duyemîn; partiya AKP ji ber êrișên xwe yên dijminane û nemirovî, li hemberê wê pêkhatina berxwedana gelê Kurd ya bi rûmet di nava Kurdên Bakurê Kurdistanê de îzole bûye. Bê zor û koteka wan, tu rengekî wan li Kurdistanê nemaye. Xwest bi vexwendina birêz Barzanî hinek wê îzolasyona li ser xwe rake. Ku çawa plankiribû, eger Tevgera Azadî wisa têkçûyîba, jixwe wanê serkariya Bașûrê Kurdistanê hîç muhatap jî negirtana. Bê guman aliyê bazirganiyê jî di vir de rolekê lîstiye. Lewre AKP bazirganên her sextekariyê ne.
3 – Armanceke wan jî bi vî awayî parçekirin û li hev sorkirina Kurdan bû. Jixwe qelemșorên çapemeniya wan, mijareya; „dibe ku Kurd li hemberê hev rabin,“ bi hefteyan berê bi xiniziyên bêbext derdixistibûn pêș. B i vê ve girêdayî pêșî li yekitîya netewa Kurd girtin, bû.
4 – Ji ber ku AKP ne di wê kemilandina ku bikane kêșeya Kurd çareser bike de ye. Lema li der li muxatapek digere. Bi vê vexwendinê xwest vê bide zanîn.
Bêrêziya ‘made in TR Erdogan’
Erdogan di silavkirina mêvanan de, navê hemû welat û gelan hilanî, lê gava dor hat Birêz Barzanî, bi awayekî bê edep û sinc di forma heqaretê de navê Kurd û Kurdistanê bi nav nekir, tenê got “serokê heremî yê Iraqê” vê jî dilê hemû Kurdan êșand. Ev ne tenê bêrêzî û bêsinciyeke li hemberê birêz Barzanî bû, di bingehê xwe de bêrêziyeke li hemberê tevahiya Kurdan bû. Ango hîna ew negihîștine wê kemilandin û mirovbûnê ku bikane ji gelan û pêșengê gelan re rêz bigirin.
Em di wê baweriyê de ne ku birêz Barzanî bi nîyeteke baș, wek mînak; ji bo ku bikane bi vê hatina xwe rêyekê așitiyane re bibe wesîle, hatiye. Lê TR Erdogan wek biwêja “eslê hû neslê hû!” bêrêztî kiriye. heta di rastiyê de wî xwest ku bi vê helwesta xwe ji birêz Barzanî re bibêje; “min tu tenê wek aksesuareke xapandinê bikaranî”
Em hêvî dikin ku birêz Barzanî bi heyetekê xurt bêșdarê kongreya BDP ê bibe û bi wî awayî peyameke wek bersiv bide wê bê edebiyê.
Mêvanên AKP’ê