Akilli, diyar kir ku ew bi projeyê dikarin xebatan bimeşinin û piştî proje bi dawî dibe piştgirî jî bi dawî dibe. Akilli, da zanîn ku ji ber piştgiriya ji bo wan tê birîn neçar dimînin ku malên stargehan bigirin û tenê di pêvajoya projeyê de dikarin stargehan vekin û wiha got: "Stargeh demek nêzîk xetimî. Em dê dîsa vekin. Em xebatên xwe dimeşînin. Bazirganiya mirovan bi tevahî li ser koletiyê ye. Mirovên ku di karê malê û xizmeta malê de tên xebitandin pasaportên wan tên desteserkirin."
Piştgirî bi sînor e
Akilli, destnîşan kir ku jin raste rast serî li stargehan nadin û wiha got: "Jin di stargehên me de dimînin. Dema ku mexdûriyeta wan tê tespitkirin hin maf tên dayîn. Mafê sereke mafê stariyê ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê jin nikarin mafê cih û stariyê bistînin mexdûr dibin û nikarin alikariyê bigirin. Jinên ku li Stargehan de dimînin em piştgiriya ziman, hiqûq û derûnî didin. Ji bo ku jin dîsa mexdûr nebin em bi saziyên sivîl ên welatê wan re dikevin nava diyalogê û dixwazin ku li welatê wan xebatên piştgiriyê bên meşandin. Dîsa em li vir di aliyê maf, hiqûq û xebatan de wan perwerde dikin û alîkariyê didin wan.
Akilli, da zanin ku di bazirganiya mirovan de herî zêde jin mexdûr dibin û ji sedî 80 jin û zarok para xwe ji vê mexduriyetêdigirin û wiha got: "Jinên ku li welatê xwe mexdûr dibin, ji bo garsonî, venêrtîna zarokan, karê malê xizmeta malê bikin tên Tirkiyeyê û li vir dîsa mexdûr dibin. Jin û zarokên ku li welatên xwe dixebitin keda wan û qezenca wan tê desteserkirin. Keda wan tê xwarin. Akilli, da zanîn ku ew bêtir piştgiriya hiqûqî û derûnî didin jinên mexdûr û wiha got: "Mirovên mexdûrê bazirganiyê herî zêde rastî binpêkirina mafan û tundiyê tên. Li gorî pediviyê hevditinên bi psikiyatristan re jîtê kirin.
DÎHA/ENQERE