ROZE MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Wênegirê ji Helebce Dilawer Bamokî, jiyan û rewşa dijwar a mexdûrên erdheja li Rojhilatê Kurdistanê bi rêya wêneyan li Silêmaniyê nîşan da. 

Li Muzexaneya Silêmaniyê doh wênegir Dilawer Bamokî bi pêşangehekê jiyan û rewşa dijwar a mexdûrên erdheja li Rojhilatê Kurdistanê nîşan da. Dilawer Bamokî bi giştî 30 wêneyên cuda yên mexdûrên erdhejê nîşan dan.


Pêşangeh weke 

peyameke piştgiriyê

Dilawer Bamokî têkildarî pêşangehê got; “Armanca min a vekirina vê pêşangehê ew e ku peyama Helebceya kîmya lê hat barandin bigihînim mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê ku tevlî rewşa xerab a aborî, krîza giran a heyî, rewşa dijwar a jiyanê, welatiyan ji bo mexdûran alîkarî kom kir û ji wan re şand. Min jî weke erkekê ev pêşangeh ji bo mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê vekir.”

Dilawer Bamokî herî dawî got; “Min bi wêneyan jiyana mexdûran a dijwar tomar kir û min di vê pêşangehê de nîşan da.”

Wênegir Dilawer Bamokî berî niha jî heman pêşangeh li Bîrdariya Helebce vekiribû. Ji bo ku xelkên Herêma Kurdistanê ji karesata dijwar a di encama erdheja 12’ê Mijdarê de li Kirmaşan û navçeyên wê çêbû agahdar bibin, van pêşangehan vedike.