DENÎZ ÎKE / MA/AMED

Wargeha Penaberan a Şehîd Rusmet Cudî (Mexmûr) ku girêdayî Mûsûlê ye û bêtir çûn û hatina şêniyan li ser Hewlerê ye, 197 roj in di bin ambargoya PDK’ê de ye. Piştî ku di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê yê li Konsolosiya Tirkiyeyê yê Hewlerê êriş pêk hat û endamê MÎT’ê hat kuştin, li ser Mexmûrê ambargo dest pê kir. Wargeha Penaberan a Mexmûrê nêzî 7 meh in di bin ambargoya PDK’ê de ye.

‘Divê gelê me neyê cezakirin’

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan têkildarî ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rusmet Cudî (Mexmûr) axivî û got, xelkê li Mexmûrê bi sedema şerê qirêj ê dewleta Tirkiyeyê mexdûr bûye û li ser axa xwe penaber bûne. Ji ber bûyera li Hewlerê nabe xelkê me yê mezlûm û têkoşer ê Mexmûrê were cezakirin.

Niha li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan êrîş heye, ev êrîşên pêk tên tenê li dijî partî û rêxistinekê nîne, şer li dijî tevahiya Kurdan e.