Şerê 4 rojan
Çeteyên DAIŞ’ê ku xwestin li dijî Hewlêr û Kerkûkê êrîşan pêk bînin di 6’ê Tebaxê de êrîşî baroja Mexmûr û kampa Mexmûrê ya 40 km ji Hewlêrê dûr e. Rojek beriya êrîşê sivîlên li kampê hatin derxistin û Hêzên Berxwedanê yên Mexmûrê bersiv dan çeteyan. Çeteyan bi çekên giran êrîş kirin û bajaroka Mexmûr û hinek gund desteserkirin û hewldan bikevin kampê jî. Hêzên Berxwedanê yên Mexmûrê di 10’ê Tebaxê de ji saetên sibê ve operasyonek berfireh dan destpêkirin û destpêkê gundê Guwêrê, piştre jî bajaroka Mexmûr û gundên girêdayî wê rizgar kirin.
Gelek çek hatin desteserkirin
Du maşîneyên leşkerî, roketavêjek B-7, 4 dûrbînên roketavêj yên B-7, 21 guleyên roketê yên B-7, 70 haşvesên roketê yên B-7, 5 qutî guleyên çekan ên ferdî AKS, 36 qutiyên guleyên kaleşnîkofê, 39 qutî guleyên BKC, 24 qutî guleyên M-16, 30 funyeyên bombeyên destan, 15 zincîrê BKC, 8 guleyên topên hewanê, 14 baskê kaleşnîkofê, ji 100'î zêdetir şarjên telefonê.
DAIŞ’ê Celewla dagir kir
Hate diyarkirin ku Çeteyên DAIŞ’ê bajaroka Celewla ya girêdayê bajarê Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê ye dagir kiriye. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên AFP’ê çeteyên DAIŞ’ê bajarê Kurdan Celewla desteser kirine. Du çavkaniyên cuda yên ewlehiyê diyar kirin ku pevçûnên ku ev du roj in didome de 10 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û 80 jî birîndar bûne. Buroya Çapemeniyê ya YNK’ê Pukmedîa jî da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bajaroka Celewlayê talan û bombebaran dikin. Hat gotin ku banka hatiye talankirin, pira di navbera Kelar û Celewla û mizgefta Husenî de hatiye girtin. Pukmedîa da zanîn ku pêşmerge ji bo ku bajar şûnde bigirin di nava amadekariyê de ne. Hêzên Kurd, piştî ku DAIŞ’ê di 10’ê Hezîranê de Mûsil dagir kir şûnde di 14 Hezîranê de dabûn xuyakirin ku Celewla di bin kontrola wan de ye. Çeteyên DAIŞ’ê ji serê meha Tebaxê heta niha li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Di 3’ê Tebaxê de êrîşî Şengalê kir û hêzên HPG û YPG’ê li dijî çeteyan ketin nava tevgerê û çûn eniyan.
2 çete hatin kuştin
Hêzên Parastina Hevbeş a Şengalê li gundê Solak ku dikeve qûntara çiyayê Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku duh êvarê pêk hat de, 2 çete hatin kuştin û wesayîtek wan jî hate rûxandin. Li aliyê din li gundê Şerfedîn jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê û gundiyan li dijî çeteyan çalakiyek li dar xist. Hate ragihandin ku di çalakiyê de gelek çete hatine kuştin, lê agahiyên zelal nehatine bidesxistin. Hêzên parastinê, di daxuyaniya 10'ê Tebaxê de diyar kiribûn ku çiyayê Şengalê û gundên li derdora wê rizgar kirine. Herêma Şengal ji aliyê çeteyên DAIŞ ên dijminê mirovatiyê ve hatibû dagirkirin, bi sedhezaran mirov rastî koçberiyê hatibûn.
DIHA/HEWLÊR