Mexmûr û Qendîl tên bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî Mexmûrê kir. Kampa Mexmûrê 9 meh in dor lê girtiye. Li gorî agahiyan, di bombebaranê de şehîd û birîndar hene. Lê der barê hejmarê de hê agahî negihiştiye ber destên me. Artêşa Tirk dîsa îro destê sibê bi balafiran, herêmên li dora gundên Zînê û Wertê yên Qendîlê bombardûman kir. Jixwe ev çend roj in, em agahiyan didin ku PDK pêşmergeyan û sîlehên giran li van herêman bi cih dike.
Rayedarên KCKê jî hişyar kiribûn ku rewş bi vî awayî dewam bike, heye ku şerek di navbera hêzên li herêmê de biqewime. NAVENDA NÛCEYAN