Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim (Kasim) Engîn ku 27’ê Gulanê di êrişeke hewayî de şehîd bû, bi merasîmekê hate bîranin. Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan di merasîmê de axivî û da zanîn ku wê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin û got: “Jidestdana Fermandarek, fîlozofek, hevrê û hevalekî weke Qasim Engîn xisareke mezin e. Lewma tevahî gelê Kurd û PKK gelekî xemgînin. Em bi navê xelkê Waregeha Mexmûrê di serî de ji Rêber Apo, malbata Şehîd Qasim û ji hevalên wî re sersaxî dixwazin. Em ê hertim li ser şopa hevrê Qasim bimeşin û em soza mezinkirina têkoşînê didin. Em ê hêrsa xwe bikin têkoşîn û berxwedaneke mezin. Wê dijmin ti carî nikaribe îradeya me bistîne. Herî dawî dixwazim bi helbesta heval Qasim dawî li axaftina xwe bînim ‘ta çiraya me geş nebe, hûn ê ronahiyê bi çavê xwe nebînin’.” Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel, helbesta Şehîd Qasim Engîn hate guhdarkirin. Piştî guhdarkirina helbestê merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû. Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Qasim Engîn sersaxî tê qebûlkirin. ROJNEWS/MEXMÛR