Li seranserê Elmanyayê çalakiyên ji bo xwedîderketina Berxwedana Rûmetê hatin kirin û peyama sereke jî xwedîderketina li Rojava û astengkirina dagirkeriya qirker bû.
Li Fransayê çalakgeran dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê rûreş kir û ji dewleta Fransayê xwest ji bo dagirkerî raweste gavên şênber biavêje.
Li Swîsre, Awusturya, Norwêc û Awusturalyayê jî tesbîta, dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne hat kirin û îşaret bi girîngiya bêcezanehiştina dewleta Tirk hat kirin.
Vê dawiya hefteyê jî li seranserê Ewrûpayê Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê bi çalakiyan li cem Berxwedana Rûmetê a Rojavayê Kurdistanê cihê xwe girt. Li bajarên Elmanyayê Frankfurt, Stuttgart, Koln, Hannover, û Kielê, li bajarên Fransayê Parîs, Marsîlya, Bordeaux, Strasbourg û Rennesê, li paytexta Awusturyayê Viyanayê, li bajarê Swîsre Zurichê, li paytexta Norwêcê Osloyê çalakî hebûn. Li derveyî Ewrûpayê jî çalakiyên li dijî dagirkeriyê dewam kirin, çawa ku li Sydney a Awusturalyayê hebû.
Ji bo mirovahiyê têdikoşe
Li bajarên Frankfurt, Stuttgart, Kassel, Munchen, Nurnberg, Stuttgart, Saarbrucken û Kielê Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Rojava, daketin meydanan bi çalakiyên cuda protesto kirin. Çalakiya li Frankfurtê bi civîna li ber meydana Paulskirche dest pê kir û bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinên li çalakiyan de hate gotin, Rojava ji bo mirovahiyê têkoşîneke mezin kiriye. Bêdengiya dewletên Ewrûpayê hat rûreşkirin, ji wan hat xwestin gavên şênber biavêjin. Çalakgeran got, ew ê çalakiyên xwe li dijî dagirkeriya qirker dewam bikin.
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad li pêşiya Gara Trênan a Navendî ya Kolnê hatin ba hev, bi dirûşma ‘Rê nedin dagirkeriyê’ meşiyan. Piştî meşê li Heuermarkê mîtîngek hate kirin û qisekeran dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û bi bêdengî erêkirina vê qirkirinê bi destê dewletên Ewrûpî şermezar kir.
Kurdistanî û dostên wan ên li Hannoverê jî daketin meydanan. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Faşîst Erdogan’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwerdana Rojava’ hatin gotin. Di mîtînga piştî meşê de Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer got, divê li her cihî Kurd xwedî li berxwedanê derkevin.
Bila Fransa gavan biavêje
Kurdistanî û dostên wan ên li banliyoya Parîsê Villiers le Belê jî hatin ba hev, êrişên dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê rûreş kir. Qisekeran bang kir da ku bêhtir û xurttir xwedî li Rojava bê derketin. Çalakgeran daxwaz ji Fransayê kir da ku li dijî dagirkeriyê gavên şênber bavêje.
Li ser banga Komîteya Piştevaniya bi Rojava re li Strasbourgê Kurdistaniyan û dostên wan dagirkeriya Tirk û çeteyên wê protesto kir. Girse li Gare Strasbourgê kom bû û ji wir meşiya. Di çalakiyê de banga xurtkirina piştevaniya bi Kurdan û nexasim bi Rojava re hate kirin.
Li Rennesê jî Kurdistanî û dostên wan li meydanan bûn. Çalakiya wan li Place de Colombierê dest pê kir. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî ‘Bijî Berxwedana jinê ya Rojava’ û ‘Ji dagirkeriya Tirk a Rojava re na’ hate hilgirtin. Çalakgeran sloganên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ gotin.
Li bajarê Bordeaux û Marsîlyayê jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan êrişên qirker ên dewleta Tirk protesto kir.
Dixwazin qira Kurdan bîne
Li Zurichê bi hezaran kes li dijî êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. Li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê (ÎDGB) bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad girse li Qada Rathausbruckê civiya û ji wir meşiyan.
Di meşê de pankarta li sere nivîsandî ‘Em rê nadin xaka Rojava bê dagirkirin’ hat hilgirtin. Di tevahiya meşê de belavok hatin belavkirin. Piştî meşê li Helvetiaplatzê mîtîngek pêk hat. Nûnerê CDK´a Swîsreyê Elî Şîmşek li ser navê KCDK-E´yê Demîr Çelîk û nûnerê PYD Swîsreyê peyivîn û peyama wan a hevbeş ew bû ku dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne.
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê jî Kurdistanî û dostên wan dagirkeriya Tirk protesto kir. Çalakger êvarê li pêşiya Opera Karlsplatzê hatin ba hev. Qisekeran nerazîbûn nîşanî bêhelwêstiya hikûmeta Awusturyayê hate kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Norwêcê Osloyê û li bajarê Tonsbergê daketin meydanan. Wan dagirkeriya qirker a delweta Tirk protesto kir. Nûnera Partiya Sor a Meclîsa Şaredariya Tonsbergê, Ole Marcûs Smerûd di çalakiyê de got, dewleta Tirk sûcê şer kiriye û li dijî sivîlan fosfor û çekên kîmyewî bikar anîye.
Li Sydneyê Kurdistanî tevî nûnerên gelek rêxistinên civakî û parlamenteran li meydana Town Hallê civiyan. Parlamenterê Partiya Keskan David Shoebridge li nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk da. Shoebridge got, sûcên şer ên dewleta Tirk divê bêceza neyên hiştin û bang li hikûmeta federal kir da ku bi vê armancê bikeve nava liv û tevgerê.
NAVENDA NÛÇEYAN