Derhênerê şanoya Kurdî, Nazmî Karaman dibêje, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek zext hene li ser şanoya bi Kurdî, bi ser halan de jî ji 12 komên derveyî şanoya dewletê li Wanê, tenê yek şanoya bi Kurdî pêşkêş dike.

CEMÎL OGUR / MA / WAN

Derhênerê lîstikên “Zargotin Zêrgotin e” û “Mirin û Keçik” Nazmî Karaman, xwest zext û zoriyên li ser şanoya Kurdî bên rakirin û got, “Ji ber çewisandinên desthilatdariyan, ev bi salan e ku şanoya Kurdî bi xweşikî nikare bê pêşandan. Dema me dik dixwest û me digot şano bi Kurdî ye, dik nedidan me.”

Piştî ku dewleta Tirk saziyên çandê girtin û bi qeyûman şaredariyên li Bakurê Kurdistanê dagir kirin, gelek komên şanoyê mecbûr man li cihwarên biçûk karê xwe bikin. Derhênerê lîstikên bi navê “Zargotin Zêrgotin e” û “Mirin û Keçik” Nazmî Karaman, li ser rewşa şanoya Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çewisandinên li ser şanoya Kurdî peyivî.

 

Ji Kurdî re dik nînin

Karaman got, li Tirkiyeyê wexta mijar şano be, divê cuda behsa şanoya Kurdî bê kirin. Karaman anî ziman ku bi salan e ku zext û stem li şanoya Kurdî tên kirin: “Li Stenbolê gelek mihrîcanên navdewletî tên lidarxistin. Ji Rûsya, Ingilîstan, Elmanya û gelek welatên din gelek kes tên û bi rihetî lîstikên xwe pêşkêş dikin. Lê wexta şanoya Kurdî be, pêşhukm dikevin dewrê. Ji ber zextên desthilatdariyan bi salan e ku şanoya Kurdî bi xweşikî nikare bê pêşandan. Min li Stenbolê jî derhênerî kir. Mînak, li Stenbolê şaredariyeke CHP’î jî wexta me doza dikê dikir, pêşî digot ‘temam’. Lê wexta me digot lîstik bi Kurdî ye, digot, ‘em nadin’ yan jî ‘eywanên me tije ne’. Hîn jî min ev yek fêm nekiriye. Ev qas çewisandin ji bo çi ne? Axirê, em Kurd jî li vî welatî dijîn û zimanê me jî Kurdî ye. Mafê me ye ku em şanoya xwe bi zimanê xwe bikin. Wisa bawer dikim ku huner wê van zext û steman ji holê rake. Me ev yek li gelek waran şikand. Lê ji bo vê divê em bêhtir têbikoşin.”

Li Kurdistanê şanoya bi Tirkî 

Karaman diyar kir ku li bajarên bakurê Kurdistanê jî kesên şanoyê dikin lîstikên xwe bi Tirkî pêşkêş dikin û got, “Li Wanê ji xeynî şanoya dewletê, 12 komên şanoyê hene. Ji xeynî Şanoya Mencelê yên din şanoya xwe bi Tirkî dikin. Loma divê piştgiriya şanoya kurdî bê kirin. Divê herkes destekê bide Şanoya Mencelê. Eger li cihekî temaşevan tune bin, wê ne eywan ne jî lîstikvan hebin. Lê heger ev yek bi Kurdî be divê beşdarbûyîn zêdetir be. Meha bihurî li vir mihrîcanek çêbû. Mihrîcan baş derbas bû. Girseyeke temaşevanan a vî bajarî heye. Lewma divê Şanoya Mencelê qet vala nemîne. Li vir meydaneke alternatîf heye û divê xwedî lê bê derketin.”

Karaman, destnîşan kir ku divê bi her awayî xwedî li şanoya kurdî bê derketin.