• Kurdistaniyan li dijî faşîzma dewleta Tirk û darbeya wê ya li dijî îradeya miletê Kurd li gelek bajarên Ewrûpayê çalakî li dar xistin. Her wiha wan destek da çalakiyên li dijî nijadperestî û şideta polîsan li dijî Efro-Emerîkiyan jî.
Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurdistanî daketin meydanan û faşîzma dewleta Tirk a dagirker, êrişên li dijî cenaze û goristanan, û darbeya wê ya li dijî îradeya gelê Kurd protesto kir. Li gelek deveran ev çalakî û çalakiyên li dijî şideta polîs li dijî Efro-Emerîkiyan ku destekê didin çalakiyên li dijî hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî ketin zikhev. Li DYE´yê çalakî li dijî şideta polîs û helwêsta rêveberiya Trump ev bêhtirî hefteyekê ye ku her zêde û mezin dibin. FRANKFURT: Li ser banga saziya malbatên şehîd û wendakiriyan KOMAW´ê Kurdistanî li Meydana Paul civiyan. Çalakgeran hem êrişên li dijî goristanên zarokên kurdan û hem jî êrişên qirkirina siyasî û girtina parlamenter Leyla Guven û Musa Farisogullari protesto kir. Kurdistanî paşê beşdarî çalakiya li dijî nijadperestiyê ya ji bo destekkirina çalakiyên li dijî şideta polês a li DYE´yê bûn. Nijadperestên Tirk li vê deverê giliyê alayên YPG´ê û pankarta li dijî qirkirina siyasî ya Kurdan li cem polîs kir. BIELEFELD: Li ser banga rêxistinên Ciwanên Sosyalît ên Karker ên Elman - Sozialistische Deutsche Arbeiterjugend (SDAJ)- û Jugendbubdê bi hezaran kes li dijî faşîzmê meşiyan. Kurdistanî jî bi rengên xwe beşdarî meşa protestoyî bûn. Pirraniya Kurdistaniyan ciwan bûn û bi rengên kesk, sor û zer û pankarata protestokirina girtina parlamenterên HDP´ê û doza berdana girtiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya ji Meydana Jahnplatzê destpêkirî bi mîtîng ali ber Şaredariya Bielefeldê bi dawî bû. STUTTGART: Êrişên dewleta Tirk li hemberî vîna gelê Kurd hat protestokirin. Di çalakiya li Konigstrasseyê de endam û çalakvanên NCDK, AGÎF, SKB, YDG, PARTÎZAN, Jina Nû, Atîk û TJK-E´yê jî amade bûn. GOTTINGEN: Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad çalakî hate lidarxistin. Çalakgerên Kurdistanî û înternasyonalîst tecrîda Îmralî û darbeya li dijî îradeya gelê Kurd protesto kir. Bang li saziyên Ewrûpayê hate kirin ku li hemberî êrişan bêdeng nemînin. DUISBURG: Li pêşiya gara trênê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrişên li dijî herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê, desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê û betalkirina parlementeriya du parlementerên HDP’ê û girtina wan hate protestokirin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya Ewrûpayê hate kirin ku li hemberî êrişên dagirker bêdeng nemîne û helwêsta xwe diyar bike. KOLN: Qetilkirina George Floyd li Kolnê bi xwepêşandeke mezin hate protestokirin. Bi hezaran kes li qada Deutzer Werfê kom bûn û kincên reş li xwe kirin. MARSÎLYA: Li bajarê başûrê Fransayê darbeya dewleta Tirk a li dijî îradeya gelê Kurd hate protestokirin. Kurdistanî li Meydana Vieux Portê hatin ba hev û darbe protesto kirin. LONDON: Li paytexta Ingilîstanê rêxistinên jinan ên Kurd û sosyalîst çalakiyeke hevpar li dar xist. Di çalakiyê de betalkirina parlamenteran hate potesto kirin. Komeke qelebalix li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Greenê civiya û betalkirina parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û Enîs Berberoglû protesto kir. Li paytexta Belçîkayê Brukselê, li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê, li bajarê Holandayê Den Haagê, li paytexta Swêdê Stockholmê, li bajarê wê Gotteborgê û li bajarên Swîsreyê Biel, Basel, Soluthurn, Cenevre û Bellizonayê jî dîktatoriya faşîst dewleta Tirk hate protestokirin. Li bajarê Elmanyayê Hamburgê bi beşdariya qederê 20 hezar kesî çalakiyeke mezin li dijî faşîzmê û nijadperestiyê ji bo destekkirina çalakiyên li DYE´yî bi rê ve çû û Kurdistanî jî bi rengên xwe beşdar bûn.  

[caption id="attachment_253178" align="alignnone" width="1068"] Helsînkî[/caption]

Dest nedin îradeya me

Darbeya dewleta Tirk li dijî îradeya gelê Kurd li paytexta Fînlandê Helsînkiyê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratik a Kurd (NCDK) û Înîsiyatîfa Jinê ve hat organîzekirin, çalakger li navenda Helsînkyê kom bûn. Wan pankartên li ser nivîsandî “Tu nikarî dest bidî îradeya min” hat hilgirtin. Qisekeran bal bire ser êrişên dewleta Tirk di dema pêvajoya krîza koronayî de dibe ser Kurdan û aliyên muxalif. Wan behsa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûr, bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Kurdistanê, kuştina sivîlan û xirakirina gorsitanan jî kir. Çalakgeran li meydana navendî ya bajêr qederê saetekê sloganên “Dîktatorê faşîst”, “Parlamenter îradeya me ne”, “Dest nedin îradeya me” gotin. [caption id="attachment_253181" align="alignnone" width="990"] Essen[/caption]

Dewleta Tirk xwe li goristanan ranagire

Li bajarê Elmanyayê Essenê, çalakgerên KOMAW’ê li pêşiya Theater Passageyê hatin ba hev û êrişên li dijî goristanên HPG’ê protesto kirin. Çalakgeran got, dewleta Tirk a dagirker xwe li goristanan ranagire û ew ji Împaratoriya Osmanî heta niha her komkujiyan dike û êşkenceyê li gelan dike. Di axaftinan de hate diyarkirin ku rejîma Erdogan a faşîst li Şirnex, Wan, Colemêrg û Amedê bi êrişên li dijî cenazeyan û goristanan rûyê xwe yê rastî nîşan daye. Çalakgeran darbeya dewleta Tirk a li dijî îradeya gelê Kurd, û girtina Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hate protestokirin. NAVENDA NÛÇEYAN