Çalakiya ji bo azadiya Ocalan ya li bajarê Fransayê Strasbourgê doh di roja xwe ya 53´yan de kete qonaxeke nû. Endama Komîteya Amadekar a çalakiyê Medya Botan diyar kir ku ew ê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li her derê belav bikin. Beşdarên çalakiyê jî biryardariya xwe ya dewamkirin û xurtkirina çalakiyan ji bo misogerkirina ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îfade kir.  

Çalakiya ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 23’ê Cotmehê de bi daxuyaniya hevpar a 63 saziyan li pêşiya avahiya CPT û Konseya Ewrûpayê (KE) hatibû destpêkirin. Ev çalakî di roja 53y’an de kete qonaxeke nû.

Doh li pêşiya avahiya CPT’ê daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî hat dayîn û biryardariya heta encambidestxistinê ya çalakiyên ji azadiya Ocalan, di daxuyaniyê de hat îfadekirin. Gel serê sibehê ji Fransa, Elmanya, Belçîka, Hollanda û Swîsreyê bi otobusan berê xwe da Strasbourgê.


Çalakî wê li seranserê Ewrûpayê belav bibin

Endama Komîteya Amadekar a çalakiyê, Medya Botan derbarê bernameyên çalakiyê yên ji bo dema pêş de got, “Em ê hemû kolanên Ewrûpayê bikin meydanê azadiya ji bo Ocalan.”

Botan axaftina xwe wisa domand, “Îro roja 53’emîn a çalakiyê ye. Tekane rêya şikandina konsepta li ser Rêbertiyê û tevgera me, geşkirina berxwedanê ye. Em ê têkoşînê xurttir bikin û li her dera Ewrûpayê belav bikin. Di vî warî de plan û biryardariya me ya girîng heye. Li ser vî esasî, em bang li hemû gelê xwe dikin da ku beşdarî têkoşînê bibe.”

Piştî ku girse çû ber avahiya CPT´yê li ser navê Kurdistaniya çalakgera TJK-E´yê Nursel Kiliç daxuyanî xwend û got, “Piştî çalakiya me ya 53 rojan, em rêbaza xwe diguherînin, Em çalakiyên azadî ji Ocalan re li seranserê Ewrûpayê belav dikin. Çalakiyên me wê bê navber heta azadkirina Ocalan dewam bikin.”


Beşdarî çalakiyan bibin



Resmiye Naîf a ji bajarê Elmanyayê Ulmê beşdarî çalakiyê bû dibêje, armanca wê ya beşdariya çalakiyê ew e ku Ocalan bê azadkirin û armanca sereke ya çalakiyê jî ew e ku xeberekê karibin ji ewlehî û tenduristiya Ocalan bibihîsin û ji bo xurtkirina çalakiyan ji bo encamgirtinê jî ev bang kir: “Divê em çalakiyên xwe berfirehtir û xurttir bikin. Baweriya me bi me heye, em ê nêzîk xeberekê ji Serokatiyê wergirin. Banga min li gel e jî ku beşdarî çalakiyan bibin.”   


Hin endamên koalîsyonê durû ne



Jina bi navê Ronahî Welat a ji bajarê Elmanyayê Bremenê beşdarî çalakiya nobetgirtinê bûye jî îşaret bi durûtiya hin dewletên endamê koalîsyona li dijî DAIŞ´ê jî dibêje, “Em dixwazin zanibin rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan çawa ye. Ya rastî ew dewletên di nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê dikarin bikin ku agahiyek ji Ocalan bê girtin. Em li vir ji bo vê çalakiyan li dar dixin. Lê diyar e, durûtiyê dikin, niha naxwazin ku ber bi me ve bên. Ji bo Rêberê Gelê, gelê Kurd amade ye her tiştî bike, ji ber ku azadiya Rêebertiyê azadiya gelê Kurd e.”  


Ev çalakiyên rûmetê ne



Xalise Mehmûd a ku bi xwe Mehelmî ye, beşdariya çalakiya nobetê bûye hefteyeê, îşaret bi keda Ocalan a ji bo Ocalan dike û dibêje, “Ocalan gelek xebat kir ji bo jinê. Gelekî xwe êşand di ber mafê wan de. Em îhtîramê jê re digirin. Erdogan ji serok Apo ditirse. Ji ber wê newêre ji zindanê wê derêxe. Bes e, bila êdî Ocalan derêxe. Em dixwazin Kurdên li Ewrûpayê çalakiyan xurt bikin, Ewrûpa bê deng e, divê em vê qebûl nekin. Ev çalakiyên rûmetê ne.   


NAVENDA NÛÇEYAN