Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewrûpayê dewam dikin. Çalakgeran desteka xwe bi çalakiyên greva birçîbûnê jî da zanîn û peyama ”daxwazên wan daxwazên me ne” da.
MUNCHEN: Li bajarê Elmanyayê Munchenê, Komuna Jinê ya Sara li navenda bajêr çalakiyeke xeleka ji mirovan organîze kir. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û hate gotin, heta daxwazên çalakgeran bi cih werin anîn, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
KOLN: Li bajarê Elmanyayê Kolnê, bi pêşengiya jinên ciwan Kurdistaniyan tevî dostên xwe meş û mîtîngek li dar xist.
Girseya gel piştî meşê xwe gihand ber mizgefta navendî ya DITIP’ê û rewşeke aloz ji bo demeke kin rû da. Piştre mîtîng hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.
DORTMUND: Li bajarê Dortmundê jî jin daketin meydanan. Kurdistaniyên ji Duisburg û Essenê tevlî çalakiyê bûn, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. Di çalakiyê de bang li CPT û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku bi erka xwe rabin.
FREIBURG: Li bajarê Freiburgê yê Elmanyayê, greva birçîbûnê ya li Dergaha Elewiyan a Freiburgê greva birçîbûnê ya 3 rojan, di roja duyemîn de bi beşdariya çalakgerên nû dewam kir.
Komek ji jinan a ji Meclîsa Jinê ya Nûda ya Freiburgê serdana çalakgeran kir.
GRAZ: Li Grazê, Kurdistanî bi pêşengiya Komîsyona Jinê ya NCDK´ê li ber HBF’ê civiyan û ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê mîtîngek li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Girtiyên siyasî berdin
Rûniştina doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel beriya bi 3 rojan li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Ji îdîaya 'endametiya rêxistinê' 11 sal û 3 meh, ji 'propagandayê' 3 sal ceza li Kişanak hatin birrîn. Dadgeriya Tirk her wiha bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' 9 sal û 9 meh ji 'propagandayê' jî 5 sal û 3 meh ceza li Tûncel birîn.
Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Hannoverê Hebert Shcmalstieg nerazîbûn nîşanî biryarê da û xwest her du siyasetvan tavilê bên berdan. Schmalstieg diyar kir ku cezayên girtîgehê yên li Kişanak û Tûncel hatine birrîn nîşan didin bê dadgehên bi rejîma Erdogan ve girêdayî di rewşeke çawa de ne.
Schmalstieg bi dewamî got, "Cezayên hatine birrîn nîşan da ku hiqûqa li Tirkiyeyê serbixwe nîne."
Siyasetvanê sosyal demokrat (ji SPD´ê) Schmalstieg anî ziman ku cezayên girtîgehê yên li Kişanak û Tûncel hatine birrîn, li ber çavan radixin ku Tirkiye ber bi rewşa Elmanya Nazî ve diçe û got, "Li bendê me ku Hikûmeta Federal, Yekîtiya Ewrûpa û partiyên li Meclîsa Federal komên xwe hene, ji bo Tirkiye veguhere dewleteke hiqûqê, hewl bidin. Her wiha daxwaz dikim ku girtiyên siyasî hemû bên berdan."
Herbert Schmalstîeg di navbera salên 1972-2006'an de Şaredarê Bajarê Mezin ê Hannoverê bû. Di heman demê de berdevkê koma Dostaniya Hannover-Amedê ye.
ANF/HANNOVER