Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew pişta înîsîyatîfa serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron digirin û destekê dide banga ji bo agirbesteke kurewî ya Neteweyên Yekbûyî (NY). Mezlûm Ebdî di ser hesabê xwe yê twitterê yê fermî re got, “Înîsiyatîfa navneteweyî ya Serokkomar Emmanuel Macron pêşengiya wê dike ji bo destekkirina banga NY’yê ya ji bo agirbesteke kurewî da ku dinya karibe berê xwe bide şewba ji ber vîrusa koronayê gaveke baş e û înîsiyatîfeke insanî ye ku divê tevahiya hêzan pişta wê bigirin da u dinyayê biparêzin û siberojeke çêtir ava bikin.” NAVENDA NÛÇEYAN