Li taxa hikûmet û parlamenê Westminster, pêr êvarê bi mêvandariya parlamenterê Sinn Féinê, Francie Molloy li avahiya parlamenê, ji bo minaqeşekirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha ji banga hestiyariyê bike beramberî rewşa Hevseroka KCD´ê Leyla Guven a ku di roja 78´an de grêva birçîbûnê li dijî tecrîdê dewam dike.

Îlhan Şîş ê ku di roja 38´an a greva birçîbûnê de ye bi heman armancê li Welatê Galiyan li bajarê Newportê jî bi telefonê beşdarî vê çalakiyê bû.

Di vekirina civînê de Francie Molloy, îşaret bi gotinên Lord Mayor of Cork Terence MacSwiney kir yê ku Çiriya Pêşî ya 1920´an di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dayî, “Yên ku wê bi ser kevin, ne ew in ku dikarin herî zêde zirarê bigihînin yên din, lê ew in ku dikarin herî zêde xwe li ber êşan bigirin.”

Nabe ku dinya ji Enqerê re biçe secdê

Professor John Tully ku xwedî kursiye li Zanîngeha Victoria di Fakulteya Huner de ye li bajarê Awustralyayê Melbourneê, li ser grevên birçîbûnê yên Kurdan li dijî tecrîdkirina Ocalan ji rojnameya The Guardian re nameyek şand. Di nameyê de wî got, “Parlamentera Kurd Leyla Guven li gorî nûçeyan li ber mirinê ye di hepsa Tirk de. Ev qederê 80 rojan e ku ew di greva birçîbûnê de ye ji bo protestokirina tecrîdkirina  Abdullah Ocalan û tepisandina Kurdan a bi destê rejîma Erdogan. 300 girtiyên din ên Kurd ên siyasî jî di greva birçîbûnê de ne. Hejmarek parlamenterên ji partiyên cihê pêşniyazbiryarek dan parlamena Meliktiya Yekbûyî ji bo protestokirina girtina Leyla Guven, banga çareseriyeke bi muzakereyan ji lihevnekirina Tirkiyeyê bi Kurdan re bê peydekirin; bi wan Kurdan re ku tirkiyeyê sedsala bihurî ew her tepisandin. Tirkiyeyê dikarî vê bike ji ber ku dinyayê timî berê xwe ji Kurdan zîvirand û pişta xwe da wan. Hema nabe ku bê qebûlkirin kuk dinya xwe kerr bike li têkoşîn û êşa Leyla Guven û li ber Enqerê biçe secdê.”

LONDON

 
 

Piştevaniya dîlên siyasî yên Elman

Sendîkaya dîlên siyasî yên li Elmanyayê, “Gefangenen-Gewerkschaft/Bundesweite Organisation” ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan dike.

Sendîkayê diyar kir ku greva birçîbûnê wê 1’ê Sibatê dest pê bike û 3’ê Sibatê biqede. Koma piştgiriya bi hepsiyan re ya li Berlînê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li hepsên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîdkirina Ocalan hate kirin, û hate bibîrxistin ku Leyla Guven û zêdeyî 200 girtiyî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ji bo em dawî li bêdengiya li Elmanyayê ya li pêşberî vê çalakiyê bînin, em jî dest bi çalakiyên piştevaniyê dikin.”

 

 ANF/BERLÎN