Li Rojavayê Kurdistanê tevî êrîşên li hemberî kurdan, hewldanên ji bo parastin û yekîtiya hêzên kurd dewam dikin. Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî Kurdî li Suriyê (ENKS), bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên komên çekdar û dorpêçkirina hatin cem hev. Civîn doh li bajarê Qamişlo li navenda Desteya Bilind a Kurd pêk hat. Di civînê li ser bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, dorpêçkirina herêma Efrînê, hewldanên komên çekdar ên li derdora Qamişlo, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka nirxandin hatin kirin. Civîn ji çapameniyê re girtî pêk hat û li gorî agahiyên hatine bidestxistin ev encam hatine girtin:
Biryarên civînê
- Herdu meclîs wê bi hemû hêza xwe herêmên Rojava biparêzin.
- Wê bi pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin bêne çêkirin.
- Li ser hevdîtin û civînên têne lidarxistin, wê herdu meclîs di rojên pêş de daxuyaniyek hevbeş bidin çapemeniyê.
ANHA/QAMIŞLO